Îtaliyayê, karê konsûliya balyozxaneya xwe Ii Îranê de daxist

Balyozxaneya Îtaliya li bajarê Têhranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku karê konsûlî yê balyozxaneya xwe li Îranê bi awayê demkî ragirtiye, lê xizmetguzariyên gelek hewce yên lezgîn û karên ku nayêne paşxistin, dê her berdewam bin û vê yekê garantî dike.

Piştî bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, rêjîma Îranê balyozê hejmarek ji wan welatan li Îranê bo wezareta derve ya rêjîmê gazî kiribûn û hejmarek ji şirovekarên serbazî yên wan balyozxameyan jî ji Îranê derkevtin.

Zêdebûna alozî û egera şer li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, hejmarek ji welatan, balyozxaneyên xwe li Îranê de daxistine û beşek ji karmendên xwe ji Îranê derxistine û huşdarî dane xelkê xwe ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û hekî li Îranê de ne jî, bi lezgînî ji Îranê derkevin. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *