Wezîrê Parastinê yê ÃŽsraîlê Israel Katz li ser ÅŸer û pevçûnên li Sûriyeyê Ehmed Åžer got, “Niha, wî mask ji rûyê xwe rakiriye û rûyê xwe yê rastîn nîşan daye, terorîstekî cihadîst ê ji dibistana El-Qaîdeyê li dijî Elewiyênsivîl hovîtiyan pêk tîne.
Li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên Sûriyeyê di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser rewşa Sûriyeyê û birêveberiya nû daxuyaniyeke tund da.
“Terorîstekî cîhadîst li dijî Elewiyan hovîtiyan pêk tîne”
Israel Katz Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer wekî terorîstekî Qaîdeyê nîşan da û got:
“Colanî cubeyê xwe ji xwe kir, qatek li xwe kir û xwedî rûyekî modern nîşan da.
Niha, wî mask ji rûyê xwe rakiriye û rûyê xwe yê rastîn nîşan daye: terorîstekî cihadîst ê ji dibistana El-Qaîdeyê li dijî Elewiyênsivîl hovîtiyan pêk tîne.
“ÃŽsraîl dê Durziyan biparêze”
Katz amaej bi wê yekê kir ku Îsraîl xwe û civakên li başûrê biparêzin û wiha pê de çû:
“ÃŽsraîl dê xwe li dijî her gefa ji Sûriyeyê biparêze.
Em dê li herêmên ewlehiyê û Çiyayê Hermonê bimînin û civakên Golanê û Celîleyê biparêzin.
Em dê piÅŸtrast bikin ku başûrê Sûriyeyê bêçek û bê gef bimîne, û em dê gelê Durzî yê herêmî biparêzin – her kesê ku zererê bide wan dê bi bersiva me re rû bi rû bimîne.”
Çi bûbû?
Ev daxuyaniyên Katz piştî şer û pevçûnên li Sûriyeyê yên di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar ên ku tê gotin alîgirên Esed in, hatin dayîn.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku tenê di nav du rojan de zêdetirî 185 kes hatine kuştin û ji wan herî kêm 90 kes Elewiyên sivîl in.
Li gorî Rewangehê, di nav kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Banyasê, Laziqiyê û Ceblê hatine kuştin de herî kêm 6 jin hene.
Piştî bûyerên ku li herêmê qewimîn, ji Tirkiye, Rûsya û Erebistana Siûdî daxuyanî hatin dayîn.
Tirkiyeyê piştgiriya xwe ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê re dubare kir, lê hişyarî da ku bûyerên qewimî dikarin zirarê bidin aramiya welêt.
Moskovayê bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku tundûtijiyê rawestînin, Erebistana Siûdî jî “sûcên ku ji aliyê komên derveyî qanûnê ve hatine kirin” ÅŸermezar kir. (Rûdaw)