Israel Katz haydariyê dide Hizbulaha Libnanê

 Wezîrê Bergiriyê yê ÃŽsraîlê di beyannameyekê de haydarî dide Hizbulaha Libnanê ku desttêwerdanê di ÅŸerê ÃŽran û ÃŽsraîlê de neke û tekez jî dike, “Eger teror hebe, Hizbulah êdî qet namîne.”

Wezîrê Bergiriyê yê ÃŽsraîlê Israel Katz îro (ÃŽn, 20ê Hezîrana 2025ê) di beyannameyekê de haydarî da Hizbulaha Libnanê ji her desttêwerdanekê di ÅŸerê ÃŽran û ÃŽsraîlê yê berdewam de, ew jî piÅŸtî ku sekreterê giÅŸtî yê wê komê Neîm Qasim ragihand ku ew dê “li gorî dilê xwe tevbigerin”.

Israel Katz di wê beyannameyê de got, “Ez şîretê li wekîlên Libnanê dikim ku hiÅŸyar bin û bizanin ku ÃŽsraîlê sebir û hedara xwe li bernaberî wan terorîstên ku gefan li wê dikin winda kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Eger teror hebe, Hizbulah êdî qet namîne.”

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

ÃŽranê jî derengê ÅŸeva ÃŽnê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên ÃŽsraîlê Operasyona “Soza Rastgo ya 3″ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya ÃŽsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *