Li paytexta Fransa Parîsê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Åžaredara Parîsê Anne Hîdalgo, du roj berê rêya nû ya bi navê “Pêşmerge” hate vekirin. Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ev pêngav weke cihê serbilindiyê bi nav kir.
Wezîrê Pêşmerge herwiha da zanîn, Pêşmerge bi hezaran ÅŸehîd di oxira têkbirina terorîstan de dane û got: “Navlêkirina her cihekî bi navê Pêşmerge cihê serbilindî û destxweÅŸiyê ye.”
Rêya Pêşmerge bi merasîmekê hate vekirin
Roja ÃŽnê, 5ê ÃŽlona 2025an, li Parka Andre-Citroën a Parîsê, merasîmeke taybet ji bo vekirina “Kolana Pêşmerge” hat lidarxistin. Di merasîmê de Serok Mesûd Barzanî, Åžaredara Parîsê Anne Hîdalgo, hejmareke mezin ji berpirsên îdarî, kesayetî û rewÅŸenbîrên Fransî, ÅŸanda Parêzgeha Hewlêrê, pêşmergeyên dêrîn û Kurdên li Ewropa û Fransayê dijîn amade bûn.
Di destpêka merasîmê de, Serok Barzanî perde li ser tabloya Şeqama Pêşmerge rakir û bi fermî kolana Pêşmerge vekir.


