İsmail Beşikci: Bir Kürd…/16.03.2017 (Kurdek…)

Siddik BOZARSLAN

İsmail Beşikci: Bir Kürd…/16.03.2017                                                                                            

(Kurdek…)

”Kurdê di vê nivîsê da kurdekî / a ye. Di nivîsa ”Sê Kurd” da, sê tîpên kurdî hatibû qisekirin. Yek jê, ji ber fikir û hewildanên xwe yên neteweevînîyê û welatevînîyê hatibû dardakirin (îdamkirin). Yê diduyê, wî kurdî dabû girtin, dadgehkirin ku hukmê îdamê li ser bû û wî îdam kiribû. Yê sêyemîn,  wî kurdê îdamkirî li mala xwe kiribû mêvan û dema pê hesîyaye ku lê digerin û yê ku wî bide dest, pere didinê, wî ew kurdî jibo peregirtinê îxbar kir û da girtin. Ev sê hewildan, wek sê zihnîyet em dikarin bidin xuyakirin. Di derbarê van sê zihnîyetan da, di çarçoveya dîtinên li ser bawerî û fikirandinê da helwest û hewildanên wan ji hev pir cuda ne. Zihnîyeta kategorîyên diduyê û sisîyê, piştgirê hev in û pirtir dikin.

Pêvajoya derbarê Sê Kurd, di çarîka ewil ya sedsala bîstî da qewimîbû. Gelo sedsal paşê, yanî di rojên îroyîn da rewş çi ye? Îro her sê celeb jî hebûna xwe didomînin. Kurdên welatevîn-neteweevîn pir bûne û pir dibin. Lê, yên ku bi karanîna taktikên cuda dixebitin û dixwazin pêşî li kurdên welatevîn û neteweevîn bigrin jî pir bûne.

Slogana ku Îttîhat- Terakkiyê bi navê ”Tevayîya Welêt” xwe îfade dikirin, hebû. Wan di dema Meşrutiyeta Diduyan ya 1908an da, di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn û piştî wê da vê sloganê pirê caran didan zanîn. Lê di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn da, bi Peymana Sykes- Picot- Sazanof ku di 1916an da pêkhat, bi Peymana Sevrê ya 1920î, welatê Osmanî parve bû, perçe bû. Di nav vê pêvajoyê da Kurdistan, di nav perçeyên parvekirî da, wekî dî hat parvekirin û perçekirin. Peymana Lozanê ku eleqederî Karên Rojhilatanêzîk e, peymanek e ku vê pêvajoya navberneteweyî xiste binê garantîyê. Kurdên zana yên wê demê, di welatê Osmanî ya parvekirî da acizîya xwe nîşan dane ku Kurdistan di nav perçekirinê da careke dî hatîye perçekirin.

Di navbera Fransa û Hukumeta TBMM (Meclisa Neteweyî ya Mezin) da di 20ê oktobra 1921ê da peymanek çêbû. Bi vê peymanê, sînorên bakurê Surîyê ku manda Fransayê bû, hat tespîtkirin. Ev, peymanek bû ku bi resmî Kurdistanê û kurdan perçe dikir. Wê demê gelwekîlên Kurd ên li TBMM da bûn, bi tundî li hemberî wê peymanê derketibûn. Wan rexne li TBMM xistibûn ku çima destûr dane wê peymanê. Axiftina Gelwekîlê Bidlîsê Y. Ziya li TBMM, di vî derbarî da balkêş e.

Konferansa Lozanê, di 21.11.1922an da despêkirîye. Dewletên ku gazî kirine (yanî xwedîyê malê ne) Britanya Mezin, Fransa, Îtalya û Japonya ne. Ji alîyek ve Turkîye, ji alîyê dî ve Yunanistan, Sirp- Hirvat Komara Sloven, jibo hemî hevdîtinan hatibûn gazîkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) jibo hemî hevdîtinan hatibû gazîkirin, lê ew wek çavdêr, beşdarî kirine. Rusya û Bulgaristan, jibo hevpeyvînên Boğazan hatibûn gazîkirin. (Baskın Oran, Türk Dış Politikası, Kurtuluş Savaşı’ndan Bugüne, Olgular, Belgeler, Yorumlar, Cilt I, 1919-1980, İletişim Yayınları, 2. bs. 2001, İstanbul, s. 216- 217)

Di bin serekatîya İsmet İnönü da heyeteka tirk beşdarîya Konferansa Lozanê bû. Di heyetê da Dr. Rıza Nur, Yahya Kemal ((Beyatlı), Ruşen Eşref (Ünaydın), Yusuf Hikmet (Bayur) cî girtibûn.

Babeteke girîng ku li Konferansa Lozanê hatîye axiftin, şola Kurdistanê bûye. Ev, konferansek bû ku pêşeroja kurdan û Kurdistanê daye xuyakirin.  Lê li konferansê temsîldarê kurdan tunebû.  Konferansek ku pêşeroja kurdan tê tayînkirin, lê nehiştine ku beşdarîya kurdan temsîl bibe… Hemî hevpeyvînên li ser vê babetê, di kulisan da hatîye kirin. Pirs, bi hevpeyvînên li kulisan çareser bûye. Di civînên resmî da ew encam li ser kaxiz hatîye nivîsîn. Mustafa Kemal, jibo hevpeyvînên li Sevrê û li Konferansa Londrayê ya Bayur, ya 1921ê, bal dikişîne ser vê rewşê û  dibêje; di hevdîtinên Londrayê yên adara 1921ê da ”axifîn tune”, paşê di Lozanê da ”nehate axifîn”. (Yusuf Hikmet Bayur, Yeni Türkiye Devleti’nin Harici Siyaseti, Edebiyat Fakültesi, Talebe Cemiyeti Neşriyatı, İstanbul 1935, s. 116-139)

Hevdêtinên ku heyeta tirk li Lozanê çêkirine, di TBMM da jî dihat gengeşekirin. Di wexta gengeşeyan da hat famkirin ku perçekirin û parvekirina Kurdistanê li Lozanê hatîye qebûlkirin. Di 4ê sibata 1923an da hevdîtinên Lozanê hat birîn. Heyeta tirk zivirî Ankarê. Heta 23yê nîsana 1923an, yanî heta Konferansa Lozanê ji nûve despêkirîye, li ser vê mijara Kurdistanê gengeşe çêbûn. Yusuf Ziya û gelwekîlên kurd yên dî ku li TBMM da bûn, bi gotinên tuj li heyeta tirk rexneyan xistin, ji ber ku Kurdistan hatîye parvekirin û perçekirin. Wan dane xuyakirin ku ew, jibo Kurdistanê û kurdan dibe felaketek. Wan yekbûyîya welatê Osmanî parastine. Wan digotin ku eger Kurdistan parve jî bibe, divê Kurdistan di welatek da bimîne, neyê perçekirin.

Gelek kurdên îroyîn, li ser babeta parvekirinê, perçebûnê xessasîyetê nîşan nadin. Lê ev rewş, bingehê şola kurdî ye, şola Kurdistanê ye. Bi taybetî kurdên ku bi tirkî dinivîsin, hin ji wan ji vê pêvajoyê ra eleqeder nabin, ev tê dîtin. Yên bi tirkî dinivîsin, di bin navê ”bêterefîyê” da ne şolên xwe, lê şolên li Afrikayê, li Rojhilata Navîn, her wek şoleke dewletek gengeşe dikin. Mîsal, mirov dikare bêje ku ew zêdetir û germtir li ser şola erebên Filistinî radiwestin. Lêkolîngerên ku bi ingilîzî, bi fransî, bi almanî û wd. bi wan zimanan dinivîsin, di esasê şolê da guhertin çênake.  Bi qeneeta min ev şol, şoleka bi ziman ve girêdayî ye. Hûn bi kîjan zimanî dinivîsin û diaxifin, hûn bi kultûra siyasî ya wî gelî ku eleqederê dewletê ra ye, hereket dikin. Ev, pêvajoyek e ku di bin şûûra însên da geş dibe. Mirov dikare bêje ku yên bi kurdî dinivîsin û diaxifin, ji vê pêvajoya bingehî ra zêdetir û germtir eleqeder dibin.

Bi awayeke giştî lêkolînerên tirk û rojavayî, Peymana Sykes-Picot-Sazanof, Peymana Sewrê, Peymana Lozanê, wek perçekirina erdên erebî yên Împaratoriya Osmanî qise dikin. Hin nivîskarên kurd jî weha dinivîsîn. Van nivîskaran, qet ji kurdan, ji Kurdistanê gotinek nabêjin, wê wek tune dijmêrin û Kurdistanê jî di çarçoveya erdên erebî da dinirxînin. Lê Kurdistan, ji dervayê erdên Erebî, welatekî cuda ye. Bi awayeke cuda nirxandina Kurdistanê û ya Mezopotamya Jorîn (bakur) divê were kirin. Dîtina ku Kurdistanê di nav erdên erebî da dibîne, fikrê Baasîtîyê ye. Ev tê wê maneyê ku têkoşîna neteweyî ya kurdan ya ji 1920î virve nayê dîtin, wê hîç qebûl dikin.

Di 1920an da, di navbera perçebûna Dinya Erebî û perçebûn û parvekirina Kurdistanê da ferqîyetên pir mezin hene.  Civata erebî ya perçebûyî, ji pêşerojê ra hatine organizekirin jibo dewletên serbixwe yên cuda cuda. Lê xessasîyet hatîye nîşandan ku Kurdistan û kurdan bêstatu were hiştin. Perçeyên parvekirî, erdê dewletên eleqeder tê qebûlkirin. Kolonî, manda, di sewîyeya xwarê (an nizim) da be jî statuyek e. Kurd û Kurdistan bêstatu ye.

Ez difikirîm ku welat û neteweyên ku hatine perçekirin û parvekirin, dema zanîna wan jibo vê operasyona dîrokî çêbe; wê têkoşîna neteweyî bi awayeke lez û fireh geş bibe. Lê dema me li herêmê vê pêvajoyê şopand, me dît ku rewşa fiilî weha geş nabe. Ne hêsa ye ku ev zanîn pêk were. Em dibînin ku faktorên derve ji faktorên hundûrîn zêdetir tesîrê dikin.

Dema welat û neteweyên perçekirî û parvekirî bibin mijara babetê, li dinyayê ewil kurd û Kurdistan tê aqilê mirov. Di Rojhilata navîn da, di Rojhilata nêzîk da, mîsal, rewşa belucîyan û Belucistanê ku rastê operasyonên navbera Îran, Afganistan û Pakistanê tên, weha ye. Lê rewşa kurdan pir cuda ye. Dewlemendîyên binerd ên kurd û Kurdistanê, ev wan kirîye hedefa politikayên emperyal.

Jibo kurdan dema dinamikên derve were gotin, digel tesîrên Surîye, Îraq, Îran û Turkîyê, tesîrên ku ji dewletên mezin wek Rusya, Amerika, Fransa û Îngilîstanê tên; divê ew cuda cuda werin nirxandin. Li gora zeman û mekan helbet van tesîran tên guhartin û pêwist e ew bên nirxandin.

Dema em li pêvajoyên esasî yên roja me ya îroyîn dinêrin, em evaya dibînin: Tesîrên ku ji dewletên nêzîkî kurdan û Kurdistanê ne, zêdetir in ku encam werdigrin. Mirov dikare ji dualî ve tesîrên van dewletan, li dijî fikrên kurdînîyê û helwestên kurdayetîyê behs bike. Carek, van dewletan li dijî hemî mafên kurdan in ku van mafan ji kurdbûnê, ji civata kurdîtîyê, ji neteweyê kurdîtîyê bi awayeke surûştî peyda bûne. Ew qet paşta nasekinin ku li gora cî û wextên pêwist  bi tundî li dijî van mafan radiwestin. Ew binê wê çixêz dikin ku li dijî dewleta kurdî, federasyona kurdî, xweserîya (otonomi) kurdî û wd. in. Xala duyemîn, ew dikevin nav hewildanan ku di nav civata kurdî da pirsgirêkên ku hene, mezin bibin, zêde bibin, kûr bibin. Ev bûye politikayeke sistematik ku van pirsgirêkan mezin bibin, kûr bibin û berfireh bibin, jibo karanîna wê politikayê piralî dixebitin.

Perçekirin û parvekirina Kurdistanê û kurdan, qewimandineke gelek giring e. Loma zanîna vê pêvajoyê jî gelek giring e. Encameke pir giring ya vê pêvajoyê; digel coxrafyayê, rêxistin û partiyên syasi jî li gora menfeetên van dewletan hatine parvekirin û rêxistin û partîyên sîyasi li gora menfeetên Kurdistanê û kurdan nayên berhev û her rêxistin, her parti, menfeetên xwe yên rêxistinî dixin pêş. Van partiyan, van rêxistinan, menfeetên xwe yên rêxistinî diparêzin û dibêjin ku ew menfeetên kurdan û Kurdistanê ne. Yek rîyek heye ku ji vê rewşa neyênî xilas bibin, divê ew werin vê zanîna perçebûnê û parvekirinê. Jibo wê jî pir giring e ku zanîneke bilind ya wan bigihîne kurd û Kurdistanê û wê demê wê bikaribin werin ba hev û hevkarîyan pêk bînin.

Şerê ku li Şengalê roja 3yê adara 2017an qewimî, di vî derbarî da mirov nikare ji ber çav dûr bixîne. Îran, li dijî hewildanên diplomasiya Kargêrîya Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê ye. Îran, li her derê û her dem dide zanîn ku ew li dijî kurdan e. Heşdî Şabî, li Îraqê rêxistineka li dijî kurdan e. Ew, vaya bi hewildan û fikrên xwe pirî caran derxistîye holê. Heşdî Şabî, digel orduya Îraqê hêzeka milîsî ye. Hukumeta navendî ya Îraqê, li gora yasayan divê meaşê pêşmerge bidaya, lê ew nade û bi her awayî alîkarîya hewcedarîyên şer jibo Heşdî Şabî dike. Heşdî Şabî, timî maaşên xwe ji Hukumeta Baxdayê distîne. Heşdî Şabî, ji Îşîdê zêdetir bi kurdan ra şer dike. Cîyên ku pêşmerge ji Îşîdê rizgar kirîye, Heşdî Şabî li wan deran baregahên xwe çêdike û dixebite ku wan deran têxe bin kontrola xwe. Heşdî Şabî ji Îranê jî alîkarîyên pêwist distîne.

YPŞ (Yekîneyên Parastina Şengalê), li Şengalê di tebaxa 2014an da ji alîyê PKK / PCK ve hatîye çêkirin. Ew rêxistinek e ku xessasîyet nîşan daye ku êzîdîyên kurd di nav da cî bigrin. Têkilîyên Heşdî Şabî û YPŞ hene û YPŞ ji Heşdî Şabî meaş werdigre û Îran û Îraq jî alîkarîya eskerî  didin wan.

Balkêş e ku PKK, YPŞ roja 3yê adara 2017an êrîşên pêşmerge kirin. PKK (YPG) piştgirîya Heşdê Şabî kirin jibo ji başur derbasî rojava bibe, lê ew nahêlin ku Pêşmergeyên Rojê derbasî rojava bibin. Ev tê wê maneyê ku  ewana daxwazên Surîyê, Îraqê û Îranê yên dijî serxwebûna Kurdistanê, dixin jîyanê. Tê zanîn ku van êrîşan di wextek da diqewimin ku serxwebûna  referanduma Kurdistanê tê eşkerakirin. Di tarîxên 26-27ê sibata 2017an da Serek Mesûd Barzanî çû serdana Turkîyê û van bûyeran jî hema piştî wê zîyaretê çêbûn. Pêvajoya îroyîn ya pir giring ev e ku bi destên PKK / PCK daxwazên dijî kurdî yên Surîyê, Îraqê, Turkiye û Îranê tên şûnê.

Fermandarê (komutanê) YPŞ Seid Hasan, ”jibo parastina nasnameya Îraqê, me li dijî Kurdistanê şer kir” dibêje; PKK / KCK di pêvajoya şerê li dijî DAÎŞê da ji Ewrupayê ra,”çekan medin Hukumeta Kurdistanê” gotibûn, van haydarîyan, hewildanên ku pêvajoyê eşkera dikin.

Hin kesên YPŞyî, ”em ne kurd in, êzîdî ne dibêjin. Van êzîdîyan di dema Saddam da parêzvanîya rejimê kiribûn. Tê gotin ku ev grubekî biçûk e. Pisporên Êzîdîyan dibêjin, gotinên ”em ne kurd in, êzîdî ne”, bi kurdî dibêjin. Ev, derdixe meydanê ku ideolojiya Baasê çawa fikrên êzîdîtîyê, civata êzîdîyan tesîr kirîye. Ev, nîşan dide ku Partiya Baasê çawa êzîdîyan ji wan dûr xistîye.

PKK / KCK dibêjin ku ew li dijî dewleta kurdî ya serbixwe ne. Ew, ”Amanca me, Turkîyê û Rojhilatanavin bikin demokratik” dibêjin. Wê çaxê giring e ku ev pirs were kirin: Eger jibo demokratikkirina Turkîyê şerê gerillayê pêwist be, li herêmên Akdeniz, Ege, Karadeniz, li herêmên hundur, li Trakyayê û wd. çima gerilla tune ye? Çima timî bajarên kurdî tên şewitandin, wêran dibin? Giring e ku mirov bi mêjîyên xwe, vê pêvajoyê binirxîne, bide muhakemekirin.

Nirxandineke baş nîne ku mirov, têkilîyên Hukumeta Kurd ya li Başurê Kurdistanê bi Turkîyê ra ”Hukumeta başur, piştgirîya zulma ku Turkîye li Kurdistanê dike, dide jîyandin.” bêje. Van têkilîyan, pêwist e mirov di çarçoveya têkilîyên aburîyê û diplomasiyê da binirxîne. Di vê babetê da nivîsa Çetin Çeko ya ”AKP ve KDP” pêvajoyê dinirxîne,  (www.nerinaazad.com /11 Mart 2017 binêre.”(Min bo balkişandinê, binê hin hevokan çixêz kir: Siddîq Bozarslan)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *