Îsal li 5 zanîngehên Bakurê Kurdistanê kontejanên beşên Kurdî tijî bûn

Yekitiya Dildarên Kurdî (DIL-KURD) ragihand li 5 zanîngehên Bakurê Kurdistanê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî de hemû kontejanên ku îsal ji bo xwendekarên lîsanesê hatine diyarkirin tijî bûne.

Endamê Rêveberiya DIL KURDê Mehmet Saît Ozturk amarên hemû zanînegahan ji Rûdawê re şandin û got:

“Îsal ti kontejaneke lîsansê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî nemaye û daxwaz li ser beşên Kurdî zêde ye.”

Li 5 zanîngehan beşên Kurdî hene

Li 5 zanîngehên Bakurê Kurdistanê di asta lîsansê de beşên Zimanê Kurdî yên bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî hene.

Salane li wan beşan hejmareke kontejanan ji bo xwendekarên ku dixwazin li wan beşan bixwînin û bibin mamosteyên zimanê Kurdî tên diyarkirin.

Kontejanên ji bo lîsansa Kurdî hatine veqetandin tijî bûne

Endamê Yekitiya Dildarên Kurdî (DIL-KURD) Mehmet Saît Ozturk ji Rûdawê re ragihand ku îsal li her 5 zanîngehên Bakurê Kurdistanê kontejanên ku ji bo lîsansa Kurdî hatine veqetandin tijî bûne û ti kontejanek ji wan vala nemaye.

Wate li her zanîngehekê ji wan çiqas kontejan hatibin diyarkirin bi qasî wê hejmarê xwendekaran beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî hilbijartine.

Li kîjan zanîngehê çend kontejan ji bo Kirmanckî û Kurmancî hatine veqetandin?

Mehmet Saît Ozturk amarên kontejanên li her 5 zanîngehan ên ji bo lîsansa Kurmancî û Kirmanckî hatine diyarkirin jî ji Rûdawê re şandin.

Li gorî wan amaran, li Zanînega Dîcleyê ya Amedê ku îsal dest bi wergirtina xwendekarên lîsana Kurdî kir 26 kontejan hatine diyarkirin û her 26 kontejan jî tijî bûne.

Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê 36 kontejan ji bo Kurmancî, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê 31 kontejan ki bo Kurmancî, li Zanîngeha Çewligê 36 kontejan ji bo Kurmancî û 31 kontejan jî bo Kirmanckî, li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê jî 36 kontejan ji bo lîsansa Kirmanckî hatine veqetandin.

Bi wateyeke din li gorî amarên DIL KURDê, îsal bi giştî 196 xawendekarên zanîngehê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hilbijartine da ku wan beşan temam bikin û bibin mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî.

600 xwendekar hene

Mehmet Saît Ozturk ji Rûdawê re eşkere kir ku niha li her 5 zanîngehên parêzgehên Amed, Mêrdîn, Mûş, Çewlig û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji pola yekem heta pola 4emîn a zanîngehê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Kirmancî de derdora 600 xwendekar hene.

“Daxwaza li ser Kurdî zêde bûye”

Mehmet Saît Ozturk di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Îsal ti kontejaneke lîsansê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî nemaye û daxwaz li ser beşên Kurdî zêde ye.

Ew amarên ku me wergirtine hemû ji akademîsyenên li wan zanîngehan hatine wergirtin.”

Li Bakurê Kurdistanê di asta lîsansê de Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî cara yekem di heyama xwendinê ya sala 2011-2012an de hat vekirin û dest bi wergirtina xwendekarên zanîngehê kir.

Piştî wê li zanîngehên Mûş, Çewlig, Dêrsim û herî dawî jî li Amedê beşên lîsansa Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hatin vekirin.

Xwendekarên ku ji wan beşan der diçin dibin mamosteyên Kurdî û li dibistanên seretayî di bin banê dersên “Ziman û Zaravayên Zindî” de dersên Kurdî didin zarokan.

Salane ji 5 zanîngehên Bakurê Kurdistanê ji bilî masterê zêdeyî 100 xwendekarî wekî mamosteyên zimanê Kurdî der diçin.

Lê wekî pêwîst mamosteyên Kurdî li dibistanan nayên tayînkirin.

Îsal tenê 6 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin

Wezîrê Perwerdêyê yê Tirkiyeyê herî dawî di Gulana îsal de ragihand ku dê îsal li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 20 hezar mamosteyên nû bên tayînkriin lê ji  wê hejmarê 6 Kurmancî û 4 jî Kirmanckî bi giştî 10 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin.

Ev di demekê de hinek saziyên pêwendîdar dibêjin pêwîstiya dibistanan a mamosteyên Kurdî ji wê hejmarê gelekî zêdetir e.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *