Rêberê bizava rizgarî ya gelê kurd Mela Mistefa Barzanî, 46 sal berê û di rojekî wek îro de wefat kir.
Îro roja 1ê Adarê ye, 46.mîn salvegera wefata rêberê mezin yê kurd û pêşengê bizava rizgarî ya gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ye.
Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye. Di temenê 3 salî de dikeve ber xezeba Osmaniyan û bi dayîk û birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam dikeve zîndanê û 9 mehan di zîndanê de dimîne.
Mela Mistefa Barzanî sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakûr ji bona ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.
Mela Mistefa di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Îngilîz dikirin, dikir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.
Sala 1932yê dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Brîtanya êrişî hêzên kurd kir, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên kurd dike.
Hikûmeta Iraqê salekî piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tê sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.
Mela Mistefa Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku şerê cîhanê yê duyem hebû, her wiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda kurdan bikar bîne û cardin vegere zêda xwe li devera Barzan. Tevahiya peywendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qedand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.
Piştî ku Mela Mistefa Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê li ser sînorê Tirkiyê.
Piştî wî şerî Mela Mistefa bi heval û pêşmergeyên xwe ve derbasî Kurdistana Rojhilat û bajarê Mehabadê dibe. Roja ragihandina Komara Kurdistanê, 22 Mijdara 1946, Mela Mistefa wek fermandeyê artêşa Komara Kurdistanê li kêleka rastê ya Pêşewa Qazî Mihemed cih digire û pileya “general” werdigire.
Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Sovyetê dibe lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin. 12 salan li Sovyetê dimîne û roja 26 Cotmeha 1958 vegeriya Iraqê. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn kurdan lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên bicîh nehanî, Îlona 1961 dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heta 11 Adara 1970 dirêj kir.
Sala 1968 partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefa Barzanî bi hikûmetê re dest bi muzakerê kir. Berhema wê muzakerê rêkeftina 11 Adara 1970 bû. Li gorî wê rêkeftinê, kurd dibe şirîkê hikûmeta Iraqê û zimanê kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û sala 1975 bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.
Roja 29 Îlona 1971 hikûmeta Iraqê hewl da Mela Mistefa tîror bike. Li ser wê bûyerê rojnamevanê Iraqî Seyf Dûrî dibêje, sal û nîvê piştî rêkeftina Adarê, berpirsê asayişa giştî ya Iraqê Nazim Gizaz hewl da Mela Mistefa tîror bike lê nekarî.
Pilana tîrorkirina Mela Mistefa Barzanî bi vî rengî bû: 10 mela ji Bexdayê çûbûn serdana Mela Mistefa ji bona ku navbeynkariyê di navbera kurdan û hikûmeta Iraqê de bikin bo sekinandina şer. Otomobîlên wê şanda Bexdayê saet 16:45 digihên devera Hacî Omeranê. Yek ji wan endamên şandê cîhazek pê re bûye ku di nav cîhazê de bombe hatiye danîn. Berpirsê asayişa giştî ya Iraqê ji wî re gotiye, dema Mela Mistefa Barzanî axivî tu bi vê cîhazê dengî wî qeyd bike. Dema ew mela destê xwe dide dugmeya tomarkirin, cîhaz diteqe lê tiştek bi Barzanî nayê û bi vî rengî pilana tîrorkirina wî bi ser nakeve.
Mela Mistefa Barzanî dûmahîka sala 1975 nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîka. Roja 1 Adara Sala 1979 li Amerîka wefat dike. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin, piştî Raperînê termê wî li devera Barzan tê veşartin. (BN)