ÎRAQ – Amerîkayê bi balafiran êrişî Hizbulahê kir

Hêzên Amerîkî bi fermana Serokê Amerîkayê li Îraqê sê baregeh bombebaran kirin ku tê îdiakirin ên Lîwayên Hizbulahê û grûpên çekdar ên din ên ser bi Îranê ve ne.

Amerîkayê ev baregeh wekî “tolhildana êrişa li baregeha Eyn Esedê” bombebaran kirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniyekê de ragihand ku ew êriş bersiveke rasterast a çend êrişên grûpên ser bi Îranê ve ye ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî pêk tên.

Austin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Amerîkayê bi fermana Biden li 3 navendên ku ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Îraqê dihatin bikaranîn xistiye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin êriş wekî “pêwîst” û “bipîvan” bi nav kir û got:

“Ev êriş bersiveke rasterast a çend êrişên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve ye ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî karmendên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatine.”

“Êrişên xwe demildest rawestînin”

Lloyd Austin bangî wan grûpên nêzîkî Îranê kir ku “êrişên xwe demildest rawestînin” û got:

“Em amade ne ku ji bo parastina gelê xwe û hêzên xwe gavên zêdetir jî biavêjin.”

Li gorî Fermandariya navendî ya Amerîkayê, ew sê baregehên ku hatine bombebarankirin cihên perwerde, avêtina mûşekan û depo ne.

Li aliyê din, heta niha li ser hejmara kuştî û birîndaran ti amarên fermî nehatine belavkirin.

Di nava vê hefteyê de derdora 20 carî êrişî Baregeha Eyn Esedê ya ku hêzên Amerîkayê lê ne hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ev êriş bûne sedema zererên madî.

Li Baregeha Eyn Esedê sîstema parastinê heye lê dîsa jî du mûşek li vê baregehê ketibûn.

Piştre Lîwayên Hizbulahê û Tevgera Nucebayê berpirsiyariya vê êrişê li xwe girtibû.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *