Îranê dîsa Kurdek îdam kir -Video

Girtiyekî Kurd ê bi navê Rehman Elî Ekberî li Zîndana Dîzilavayê ya Kirmaşanê hat bidarvekirin.

Rehman Elî Ekberî bi tohmeta “madeyên hişbir” bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Rehman Elî vê berbangê hatiye bidarvekirin.

Rehman Elî Ekberî 35 salî bû xelkê gundê Engezê yê parêzgeha Kirmaşanê bû.

Ev girtiyê Kurd, 5 sal berê bi tohmetên girêdayî madeyên hişber hatibû desteserkirin.

Ew paşê ji aliyê sîstema dadwerî ya Îranê ve bi cezayê bidarvekirinê hatibû mehkûmkirin.

Li gorî amarên ku Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê tomar kirine, tenê di meha tebaxa îsal de li zîndanên Îranê herî kêm 152 girtî hatine bidarvekirin ku 24 ji wan Kurd bûn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *