Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ÃŽlham Ehmed, di hevpeyvîna ligel kanala El-Mecelle de – pêwîstiya pergaleke nenavendî li Sûriyeyê dubare kir û nenavendîbûn ne tenê ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê girîng e, lê di heman demê de ji bo misogerkirina garantiyên rastîn ji bo hemû Sûriyan, parastina nasnameyên herêmî, û pêkanîna azadiyên siyasî û pêşketinê ye.
Pêşniyar di heman demê de pêşbînî dike ku parlementoyeke du-odeyî hebe – yek ode nûneriya gel bike û ya din jî nûneriya parêzgehan bike – digel garantiyên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û nûnertiya siyasî ya jinan di pozîsyonên biryardar de.
Ehmed destnîşan kir ku ev xal di nav pirsgirêkên herî girîng ên neçareserkirî yên bi Şamê re dimînin, tevî statûya pêşerojê ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) di nav avahiya leşkerî ya Sûriyeyê de.
Ehmed herwiha got, “Hîn jî vîzyoneke zelal a Åžamê li ser vê mijarê tune ye, tevî peymana destpêkî ya ji bo avakirina komîteyên pispor ji bo çareserkirina mijarên mayî, ku ji ber nebûna bersivdana Åžamê pêk nehatiye.”
Ehmed bal kişand ser peymana Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şara de hatiye îmzekirin û destnîşan kir, pêşniyara ku Mazlûm Ebdî yan jî fermandarekî din ê HSDê di Artêşa Sûriyê de bibe Serfermandar yan jî Wezîrê Parastinê hatiye kirin.


