Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser, ÃŽlham Ehmedê ragihand ku danûstandinên wan ên bi hikûmeta Åžamê re li ser bingeha “îradeyeke Sûriyî ya xweser” û bêyî tu zexteke derve, bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve birêve diçin. Ehmedê tekez kir ku ji bo misogerkirina gavên berbiçav di pêvajoya çareseriyê de, beÅŸdarbûna “welatên garantor” xwedî giringiyeke jiyanî ye.
Di hevpeyvîneke xwe de bi Independent Arabiaê re, Ehmedê armanca sereke ya danûstandinan wek avakirina “diyalogeke rasteqîn a Sûrî-Sûrî” pênase kir. Wê got, “Pêwîst e yekîtiya Sûriyeyê were parastin, mafên hemû pêkhateyan werin naskirin û ÅŸefafî di rêveberiyê de hebe.” Wê îdiayên ku Rêveberiya Xweser ji krîzên Åžamê sûd werdigire red kir û anî ziman, “Ev ne rast e û ne jî exlaqî ye. Sûriyeyeek bihêz û aram tenê bi sîstemeke nenavendî ya ku xweseriya herêmî qebûl dike, pêkan e.”
Îlham Ehmedê bi bîr xist ku hewldana Fransayê ji bo lidarxistina hevdîtinan li Parîsê di Tîrmehê de, du caran ji aliyê Şamê ve hatiye redkirin. Ji ber vê yekê, niha danûstandin bi awayekî dualî li Şamê berdewam dikin. Wê da zanîn ku derengî di pêkanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şerîet û Mezlûm Ebdî de çênebûye û tê payîn ku di nêzîk de komîteyên teknîkî ji bo nîqaşkirina yekxistina saziyan bicivin.
Vegera koçberan û mafên KurdanÂ
Di dawiyê de, Ehmed giringiya têkiliyên bi welatên Ereb re destnîşan kir û got, “Cîhana Erebî ji bo Sûriyeyê kûrahiyeke stratejîk e.” Wê da zanîn ku ew dixwazin welatên Ereb di pêvajoya aÅŸtî û ewlehiyê de roleke çalak bilîzin û beÅŸdarbûna welatên garantor ji bo serkeftina pêvajoyê ÅŸertekî bingehîn dibînin. (PK)


