Endamê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Îbrahîm Biro diyar kir ku Tirkiye xelkê sivîl û cihên xizmetguzariyê armanc digire û got, “Kurdistana Sûriyeyê baca êrişa li Enqereyê dide.”
Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê li Hewlêrê civîna xwe ya şêwirmendiyê li dar xist.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê sala 2015an hat damezirandin û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) jî tê de cih digire.
Îbrahîm Biroyê ku li ser navê ENKSyê di nava Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de cih digire bû mêvanê Rûdawê.
Îbrahîm Biro hem behsa civînê kir û hem jî mijarên ku di rojevê de ne nirxandin.
“Me civîneke berfireh kir”
Biro da zanîn ku ew ne cara ewil e ku li Hewlêrê civîna xwe li dar dixin û got:
“Ji Sûriyeyê gelek xelkê me li Hewlêrê hene. Me li vê derê civîneke berfireh a şêwirmendiyê li dar xist.
Me di civînê de behsa gelek mijaran kir ku çi derbarê Sûriye û çi derbarê rewşa deverên Kurdî de be.”
“8 kursiyên çekdaran hene”
Îbrahîm Biro eşkere kir ku 8 kursiyên çekdaran di Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de hene û wiha domand:
“Ew çekdar nayê zanîn ku ên kê ne. Dibe ku yên Ehmed Osman ê Şah Muradê bin. Em nizanin kîjan kursî yê kê ye.
Hinek ji bo kesên serbixwe ne û hinek jî ji bo çekdaran in.
Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê ji 7 aliyan pêk tê û ENKS jî yek ji wan e.”
23yê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir.
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê dike.
“Piştî êrişa li Enqereyê, Kurdistanê Sûriyeyê bac da”
Îbrahîm Biro li ser van êrişên Tirkiyeyê got:
“Wekî hûn jî dizanin ev heyamek e ku êriş rawestiyabûn û xelkê herêmê hinekî rihet bûbû.
Lê mixabin piştî êrişa li Enqereyê wekî her carê, dema tiştek li Tirkiyeyê çêdibe Kurdistanê Sûriyeyê baca wê dide.
Cihê mixabinê ye ku xelkê sivîl û û cihên xizmetguzariyê dibin armanc.
Têkiliya îdareya heyî (Rêveberiya Xweser) bi kadroyên PKKyê re heye û hewce nake ku em dubare bikin.
Jixwe Amerîka û hêzên navneteweyî jî vê yekê dizanin û hemû alî dibêjin mafê Tirkiyeyê yê parastina sînorên xwe heye.
Ji bo parastina xelkê me divê guherîneke cidî çêbibe.
Dewleteke mezin li ser sînorê me ye, nabe em bibêjin ti karê wê bi me re nîne ku ew sibehê heta êvarê dibêje PKK li ser sînorê min e.
Divê Rêveberiya Xweser û PYD piştî baca li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî li xwe vegere ku bibêje ez dikarim çawa îdareya xelkê herêmê bikim.
Lê mixabin heta niha ti guherîn çênebûne û li ser heman sîsteme berdewam dikin.”
Diyaloga Kurdî-Kurdî
Bi navbeynkariya Fransa û Amerîkayê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û ENKSyê careke din li ser xalên “Peymana Dihokê” dest bi danûstandinan kiribû.
ENKS û PYNKyê diyar kiribû ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û ew gihiştine nêrîneke siyasî ya hevbeş.
Danûstandinên PYNK û ENKSyê di qonaxa duyem de ji ber nakokiyan xitimîbûn û bi dawî bûbûn.
Îbrahîm Biro derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî got:
“Niha danûstandin dirêj bûne. Hem rêkeftinên berê û hem yên van çar salên dawiyê yên ku Amerîka bi rê ve dibin dirêj bûne.
Yek ji mercên sereke ew bû ku Rêveberî nehelê PKK destwerdanê bike.
Lê gelek tişt çêdibin û em mecbûr in danûstandinan bikin.
Bi taybetî piştî ku welatekî wekî Amerîkayê ket navbera me, hêviyên me mezin bûn û me got ku dê di nava du mehan de her tişt çareser bibe.
Lê ez di wê baweriyê de me, Amerîka jî dizane ti hêvî nînin ku guherîn li cem wan çêbibin.
Lê şirîkatiya wan a leşkerî ya bi HSDyê re di meseleya şerê DAIŞê de heye.
Amerîka serê xwe naêşinê û dibêje ti karên min ên siyasî bi wan re nînin.
Ti parastin nîne û tim herêmên Kurdî dibin qurbanî. Her wiha deverên Erebî jî nerazî ne ji îdareyê.
Em dibêjin berjewendiyên Kurdan di vê eqliyetê de nînin û divê lêvegerek çêbibe ku herêmên din ên Kurdî wekî Efrîn û Serê Kaniyê bacê nedin û koçber nebin.”
Îbrahîm Biro teqez kir ku sedema sereke ya koçberbûna xelkê Serê Kaniyê şaşitiya hemû aliyan bû û bi gotina wî ji ber ku hemû aliyan dizanî rêkeftin heye û dê hêzên HSDyê ji wê derê derkevin.
“Divê birêvebirî nû bibe”
Biro her wiha îdia kir ku birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê di destê PKKyê de û got ku divê birêvebiriyeke nû ya ji xelkê herêmê were avakirin.
ENKS beşeke siyasî ya Mixalefeta Sûriyeyê ye ku wan herêma Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiriye.
“Ti berpirsiyariya me ji dagirkirina Erfînê nîne”
Derbarê vê yekê de jî Îbrahîm Biro ragihand ku beşdariya wan a di nava Mixalefeta Sûriyeyê de tenê di warê siyasî de ye û ti berpirsyariya wan a di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de nîne û wiha domand:
“Berpirsyariya herî mezin a di vê meseleyê de ya PYDyê ye ji ber ku tiştekî aqilmend nekir.
Her kes baş dizane ku ew bi van çekên xwe yên lawaz nikarin li hemberî dewleteke endamê NATOyê ye bisekine.
Gelek derfet hebûn ku ew nehêlin ew tişt li Efrîn û Serê Kaniyê rû bidin.
Şaşiyên wan gelekî mezin bûn lê gelê me baca wê da.”
“Me dost ji Kurdan re çêkirine”
Biro her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew gelek caran di nava Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de bi zehmetî siyasetê dikin û lê wan di nav mixalefetê de dost ji Kurdan re çêkirine.
Bi gotina Îbrahîm Biro Herêma Kurdistanê piştevaniya wan dike.
Rûdaw