Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya petrolê ya Brîtanyayê kir

Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriyê dide wan, ragihand ku wan li Kendava Adenê mûşek berdane ”keştiya petrolê ya Brîtanyayê.”

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku keştiya petrolê ya “Brîtanyayê” ya bi navê “Marlin Luanda” hatiye hedefgirtin.

Serî eşkere kir ku wan bi mûşekên dijkeştî êrişî tankerên petrolê kiriye û di encamê de agir bi keştiyê ketiye.

Yahya Serî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Êriş, ji bo tolhildana gelê Filistînê yê bindest, ji bo piştgirî û piştevaniya birayên me yên li Xezeyê herwiha li dijî êrişên Amerîka û Brîtanyayê yên li welatê me bersivek e.”

Serî bi bîr xist ku Îsraîlê “ambargo” daniye ser rêyên behrê yên Uman û Deryaya Sor.

Herwiha Serî destnîşan kir ku heta agirbest neyê ragihandin û heta ku ji bo gelê Filistînê derman û xwarin neyê dayîn ew dê “operasyonên leşkerî” bidomînin.

Daxuyaniya UKMTOyê

Rêxistina Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li peravên Yemenê bi mûşekan êrişî keştiyekê hatiye kirin.

UKMTOyê diyar kir ku di enama êrişê de agir bi keştiyê ketiye lê navê keştiyê diyar nekir.

Daxuyaniya CENTCOMê

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku milîsên Hûsiyan bi mûşekan êrişî keştiya bi navê USS Carneyê kir.

CENTCOMê destnîşan kir, mûşekên ku hatine avêtin ji aliyê USS Carneyê ve hatiye bêbandorkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *