Parlamenterê AK Partiyê Huseyin Yayman diyar kir ku PKK dê meha sibatê dev ji çekan berde.
Huseyîn Yayman li ser hevdîtinên DEM Partiyê yên bi Serokê Parlamentoya Tirkiye Numan Kurtulmuş û Serokê (Partiya Hareketa Neteweperest) MHPyê axivî.
Serokê Komîsyona Platformên Dîjîtal û Parlamenterê AK Partiyê Huseyin Yayman 2ê Çileya 2025an li parlamentoya Tirkiyê civînek saz kir.
Yayman diyar kir ku ew difikire di meha sibatê de li Tirkiyeyê danîna çekên PKKyê bê rojevê.
Parlamenterê AK Partiyê behsa pêşhatên dawî kir û amaje bi wê yekê kir ku dê çekdanîna PKKyê dê were rojevê.
“Dê pêşveçûnên girîng çêbibin”
Yayman tekez kir ku dê li Tirkiyeyê atmosfera siyasî biguhere û wiha got:
“Ez difikirim ku di meha sibatê de, li Tirkiyeyê wê atmosfere çêbibe û dê çek bên danîn.
Radestkirina çekan a rêxistina terorê ya PKKyê dê bikeve rojevê û dê ev mijar zêdetir bê axaftin.
Eger provokasyonek çênebe û her tişt baş berdewam bike.
Ez difikirim ku di meha sibatê de pêşveçûnên gelek girîng çêbibin û hin pêşveçûn wê hebin ku dîroka Tirkiyeyê bi awayekî erênî biguherînin û dê Tirkiye bikaribe gavan pêşve biavêje.”
Şanda DEM partiyê ku ji Pervîn Puldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk dihat îro li parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Sirri Sureyya Onder ragihand ku ji roja 6ê Kanûna 2025an û pê ve dê bi AK Partiyê CHP û hemû partiyên ên li parlamentoyê re bicivin.