Hukmê Baasîyên dîktatorî yê 61 salî hilweşîya! Rejima Şamê ji nûve çêdibe!

Siddik BOZARSLAN

Hukmê Baasîyên dîktatorî yê 61 salî hilweşîya!                                                                    

Rejima Şamê ji nûve çêdibe!

Piştî diktatorîya Partîya Baasê ya 61 salî û ya malbata Esad ya 53 salî li Şamê hilweşîya; piranîya welatên erebî, Rusya, Yekîtîya Ewrupa û Amerika eşkera kirin ku hukumeta ku li Surîyê ava bibe eger hukumeteke fireh be ku kesek li derve nehêle, mafê kêmneteweyan biparêze, demokratik û adil be, ew dê bikaribin hukumeteke weha binasin û piştgirî bikin. Lê rûxandina Rejima Şamê di navbera 11 rojan da (27.11 2024- 07.12.2024) bi awayeke bilez, di çarçoveyeka lihevhatî da hêzên rejimê xwe dan alîyek ku bê şer muxalefet here Şamê û hukmê xwe îlan bike; di serî da Îran û Rusya û gelek dewlet şok bûn. Ev jî divê ne tenê li gora îlmê sîyasetê, digel wê li gora ilmê matematikê jî were analizkirin. Berîya her tiştî sosyolojiya civatê serubin bûye, hema bêje nîvê nufûsa Surîyê berze /winda bûye ku behsa 7-8 milyonan dikin ku koçber bûne, jimareyên mirî û birîndaran ne dîyar e. Tenî nuqteyeke vekirî heye ku êdî rejimeke wek rejima Baasê ne mumkun e ku dubare bibe. Her herêmek weê Haleb, Humus û cîyên dî xwedî xususîyetên xwe yên cuda nek u dema Baasîyan jî wan li ser esasê sosyolojiya xwe jîyana xwe domandine û îro jî bi awayeke hêsa dê îtaetkarîyeke bêwate ku li dijî jîyana wan bin, dê neyên qebûlkirin. Van taybetîyan, karên rejima nû zehmettir dike û divê li ber çav werin girtin.

Şerê hundûrîn yê Surîyê ku di adara 2011an da despêkir, 13 sal dom kir û nûha li Şamê grubek ku ji 11/18 fraksiyonên cuda pêkhatîye û girêdana hemîyan bi hizbên El-nusra, Elqaîde û Îşîdê ra hebûye ku koka hemîyan dihere ser Exwanul Muslumîn disekine. Loma her çi qas îro dewletên YE, Amerika, Turkîye û piranîya ereban heyetên xwe şandine Şamê û bi serekê wê grubê ra axifîne û daxwazên xwe pêşkêş kirine jî; damezrandina Sistemeke Demokratik li Surîyê ku ewleyîya hemî pêkhatîyên civatê hembêz bike, ne kareke hêsa ye. Berî her tiştî xaleke girîng li meydanê ye ku Turkîye, bi salan e sponsorîya wan gruban kirîye, pere û teqemenî daye wan, hin qadroyên wan birine li Turkiyê di zanîngehan da dane xwendin û îro jî ew dixwazin li ser wan hukum bikin. Derdê Turkiyê yê herî mezin, şola kurdan e û loma ew naxwazin li Surîyê rejimeke demokratik çêbe. Di nava pêkanîna karên xirab û kuştinê da rola Turkîye jî heye û ev rola hovîtîyê ya tirk hê jî didome. Numûneya kuştina sîyasetvanê kurd Hevrîn Xelef jî gelek balkêş e; fermo em digel hev wê hovîtîyê bixwînin.

Sekreterê Giştî yê Partîya Dahatuya Surîye Hevrin Xelef, roja 12.10.2019an, dema bi trambêlê li ser rîya M4 ya Qamişloyê sefer dikir; ji alîyê Rêxistina Ahrar’uş Şarkiye ve tê rawestandin û ew digel şofêrê xwe tên kuştin. Ew bûyer di çapemenîya cîhanê da bûbû sedemê acizîyeke mezin. Serekê wê rêxistinê Ahmed İhsan Fayyad El- Hays e ku bi leqebnavê “Ebu Hatim Şakra” tê naskirin. Li gore nûçeyek ku di Nujinha da derçûye; di merasima ku Ebu Muhammed Colanî bûye Serekê Demkî yê Dewleta Surîyê, A. Î. El-Hays jî beşdarî kirîye û axiftinek jî kirîye. Dîsa li gora wê nûçeyê, gelek rismên wî û Colanî digel hev di medya dijital da derçûne û eynî zilam dema Zaningeha Artukluya Mêrdînê temam kirîye jî, bi nûçeyek dîsa ew bûye rojeva çapemenîyê. Ev bûyera qetilkirina sîyasetvanê kurd digel şoferê wî û protestoyên navberdewletî bûn sedem ku Amerika jî tedbîran bistîne. Wezîrê Xezîneya Amerika ragihandîye ku wan wê rêxistinê xistine nav lîsteya cezakirinê û hemî hesabên rêxistinê hatine girtin û xistine bin kontrolê. Ev bûyer ketîye nav dosyayên Koma Miletan jî û Amnesti Internationalê (Rêxistina Efûyê ya Navberneteweyî) jî.

Li gora nûçeya ku roja 08ê sibatê 2025an di medya Rûdawê da derçûye; hêzên ewleyîya nû yên Şamê roja 06.02.2025an, dema gihane bajarê Efrînê, kîtleyên xelkê pêşwazîyê wan kirine. Di nava wê kîtleyê da çar (4) xortên kurd jî bi alayên Surîyê û Kurdistanê beşdarî kirine. Lê balkêş e ku hêzên ewleyîyê yên rejima nû acizîya xwe nîşan didin û wan xortan ji wir dibin û ew xort roja înê (07.02.2025) tên tewqîfkirin, yanî wan davêjin zindanê. Ev haydarî, ji alîyê rêxistineke herêmî ya mafên mirovî ve hatîye parvekirin û sererastkirin. Hatîye ragihandin ku yek ji wan xortê tewqîfkirî ji qeza Cindiresê ye û navê wî Muhammed Abdul Kadir Ahmed e.

Wek tê zanîn, bajarê Efrînê roja 18ê adarê 2018an, ji alîyê Dewleta Turkîyê ve hatibû dagirkirin ku ew operasyon 58 roj domandibû. Ew hêzên ku girêdayî Turkîyê bûn, adeta Efrînê wêran kirin, di encamê da bi sedhezaran kurd ji neçarîyê terka malên xwe kirin û bûn koçber. Ew talan û wêrankirinên tirk û hêzên girêdayên wan hatin merhaleyek ku zeytunên Efrînê li bazarêln sukên Turkîyê hatin firotin û darên zeytunan jî hatin qetilkirin.

Ji nûha ve mirov nikare xerentîya tiştek bide ku sistemeke çawa dê were avakirin. Ji ber ku tenê haydarîyeke berpirsê HTŞ El Şera derçûye ku dibêje: ”Li hindikayîyên neteweyî û dînî ra wê neheqî neyê kirin û cîyêwazî neyê bikaranîn.” Lê çendek piştî wê haydarîyê, dîsa El Şera dibêje ku ew sistemeke federalî li Surîyê qebûl nakin. Ev haydarî dide nîşandan ku ew dê wek şefê xwe yê sponsorîyê xeta Erdogan hilbijêre ku ”yek netewe, yek ziman, yek dewlet, yek ala, heta yek dîn û yek mezheb” ji xwe ra bike felsefe ku di esasê xwe da felsefeya El-Qaîde ango bi tabîreka dî El-Nusra û Îşîdê jî wek hev in ku ew jî ji wir hatîye û militanê wan ê kevn e û raya giştî pê dizane ku wî gotîye ”Ez bi El-Qaîde û bi Îşidê îftîxarê dikim.” El Şera roja 29.1.2025an jibo Serekdewletê yê Demkî hat îlankirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *