HSD, MSD û Rêveberiya Xweser di civîneke hevbeÅŸ de li hev kom bûn û tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi Peymana 10ê Adarê ya bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re kirin.Â
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), civîn bi beşdariya HSD, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser pêk hat. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî Rohilat Efrîn, û nûnerên payebilind ên her sê saziyan di civînê de amade bûn.
Di civînê de, mekanîzmayên bicihanîna Peymana 10ê Adarê û rêveçûna danûstandinan bi hikûmeta Åžamê re hatin gotûbêjkirin. BeÅŸdaran tekezî li ser berdewamkirina vê lihevkirinê kirin û HSDê pabendbûna xwe ya bi “diyaloga neteweyî weke rêya herî serkeftî ya pêkanîna aÅŸtî û aramiyê li Sûriyê” dubare kir.
Pêşwaziya Hevdîtina Washingtonê
BeÅŸdarên civînê pêşwazî li encamên civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El-Åžera de kirin. Rakirina cezayan û vekirina kanalên hevkariya dîplomatîk weke “guherîneke erênî ber bi piÅŸtgirîkirina çareseriyeke siyasî ya berfireh bi beÅŸdariya hemû Sûriyeyiyan” hatin binavkirin.
Herwiha, pesnê tevlêbûna Sûriyeyê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Terorê hate dayîn, lê di heman demê de hate destnîşankirin ku “HSD zêdetirî 10 salan e stûna bingehîn a vê hevpeymaniyê ye.”
Civîn bi tekezkirina li ser yekitiya dîtin û berpirsiyariyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de bidawî bû. (K24)


