HSD: Hêzên me li çemê Firatê rastî êrîşa hêzên Şamê hatin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro Yekşemê hêzên wan dema xwestine rêgiriyê li qaçaxçîyan bikin, rastî êrîşa hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê hatine.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, “ÃŽro, YekÅŸem, 14ê ÃŽlonê 2025 saet di 09:00’an de, li gundê Dîrnec a li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, li nêzî Pira El-EÅŸara, hêzên me yên ku li ser peravên çemê Firatê bicih bûbûn, rastî êrîşa rasterast a komên çekdar ên girêdayî hikumeta Åžamê hatin. Hêzên hikumeta Åžamê derbasbûna komên qaçaxçî bi riya çemê Firatê misoger dikirin.”

Herwiha HSDê teqez nekir ka gelo Hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ku Tirkiye piştevaniya wê dike, hewl dane êrîşî baregehên HSDê yên li gundê Mardûd ê li gundewarê rojavayê Girê Spî bikin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *