Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî got, “Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer gaveke gelekî girîng e.”
Foruma 9emîn a Silêmaniyê bi beşdariya gelek kesayetiyan li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin.
Forumê doh dest pê kir û îro diqede.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Alîkarê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Peter Galbraith û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî di rûniştina “Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Bandorên Wê yên li Ser Herêmê” bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn.
“Peyman bi piştgiriya me bû”
10ê Adara 2025an, di navbera Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de rêkeftineke 8 xalî hat îmzekirin.
Hoşyar Zêbarî diyar kir, “Rêkeftina di navbera Birêz Mezlûm Ebdî û Birêz Ehmed Şer de bi piştgiriya dost û hevalên me bû, bi piştgiriya Amerîka û Fransayê û bi piştgiriya me bû.”
Hoşyar Zêbarî rêkeftin wekî “gaveke gelekî girîng” nirxand û diyar ku divê di afirandina paşeroja Sûriyeyê de rola Kurdên Sûriyeyê hebe.
Desthilata Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a par bi destê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hat rûxandin.
Zêbarî amaje pê kir ku bandora vê yekê li ser hemû welatên li derdora Sûriyeyê heye û got ku divê “Sûriyeya nû” berevajiyê Sûriyeya kevn be û divê desthilata nû gavên zêdetir biavêje.
“Divê daxwaz aqilane û rast bin”
Hoşyar Zêbarî got ku li Sûriyeyê hêzên siyasî yên çalak ên wekî HSD û PYD û ENKSyê hene û ew dixwazin ku helwesta Kurdan yek be û xwe lê berda:
“Divê daxwaz aqilane û rast bin û di çarçoveya yekîtiya axa niştimanî ya Sûriyeyê de bin û mafên çandî, zimanî, aborî û xwebirêvebirinê garantî bikin.
Ew bi xwe biryarê didin bê ma çi ji wan re baş e lê kopîkirina rasterast a tecrubeya Herêma Kurdistanê li Rojava zehmet e.”
“Hinek guman û tirs hene”
Wi daxuyand ku tevgera Kurdan a li Sûriyeyê bi carekê re derneketiye holê û xwedî kok e û li ser tirsên ji desthilata nû wiha got:
“Hinek guman û tirs ji sîstema nû ya Sûriyeyê hene, loma divê agadar bin.
Nabe serkêşiyê bikin û bi awayekî erênî miameleyê bi wan bipêşketinan re bikin da ku bigihin çarçoveyekê ku mafê her kesî tê de parastî be.”
“Kurdistana Mezin di dilê hemû Kurdan de ye”
Hoşyar Zêbarî got ku “Kurdistana Mezin di dilê hemû Kurdan de ye lê rastî tiştekî din e” û diyar kir, “Em ne alîgirên şer in çimkî kesî bi qasî me ji destê şer nekişandiye.”