Holanda: Divê li Sûriyê rêz li mafên Kurdan bê girtin

Wezîrê Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp, piştî hevdîtindo doh 5ê Adarê ya ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî, peyamek li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê belav kir û bal kişand ser mafên Kurdan li Sûriyê.

Veldkamp di parvekirina xwe de got, “Min li Laheyê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Rêveberiya Demkî ya Sûriyê Esed Hesen el-Şeybanî kir. Me der barê gelek astengiyên ku li ser rêya Sûriyeyeke aram û xweşguzar de têne dîtin, danûstandin kir. Min tekez kir ku divê hemû beşên civakê di veguherîna siyasî de rol bilîzin.

Rêzgirtina mafên xiristiyanan, kurdan û yên din jî gelekî girîng e. Hollanda, bi riyên wek sivikirina dorpêçên Yekîtiya Ewropayê, girêdana bi edaletê re û alîkariya mirovî, berdewam e ku bibe hevpişkê gelê Sûriyê. Ez hêvîdar im ku em ê di demeke nêzîk de gotûbêjên xwe li Şamê bidomînin.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *