HILBIJARTINÊN ALMANYAYÊ – 12 Kurd namzedên parlamenteriyê ne

Tenê 4 roj mane ji bo hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê û 12 Kurd li ser lîsteyên cuda namzed parlamenteriyê ne.

23yê Sibatê hevwelatiyên Almanyayê bi tevî Kurdên diyasporayê, dê biçin ser sindoqên dengdanê.

12 namzedên Kurd di nav wan dehan namzedan de ne ku dixwazin yek ji wan 630 kursiyên ku vê carê Parlamentoya Federal a Almanyayê pêk tînin bi dest bixin.

Yek ji wan mijarên ku propagandaya hilbijartinê di navbera partiyan de germtir kiriye, pirsgirêka koçberan e.

Di van çend hefteyên borî de ku propagandaya hilbijartinê tê meşandin, demeke kurt careke din koçberek bi kêr an jî bi otomobîla xwe êrişî xelkê dike.

Ev di demekê de ye ku li gorî daneyan, ew kesên ku li Almanyayê sûcan dikin, zêdetir Alman in ne koçber.

Tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê hilbijartinên Almanyayê dişopîne.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê diyar kir ku di navbera salên 2018 û 2023an de li herêmên cuda yên Almanyayê lêkolînek li ser zêdebûna sucdaran hatiye kirin.

Li gorî wê lêkolînê bi ti awayî têkiliya zêdebûna sûcan bi koçberiyê re nîne.  Sedema zêdebûna sûcan ji ber cih û lokasyonê ye.

“AFD di nav ciwanan de partiya sêyem e”

Dezgeha Forsa ya rapirsiyê hin daneyên balkêş li ser ciwanan û ramanên wan li ser partiyên Almanyayê belav kiriye.

Di van daneyan de derdikeve holê ku herçend ciwan zêdetir dengê xwe didin partiyên çep, lê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku partiyek dijî koçberan e, di rêzbendiyê de di pileya sêyem de ye û nêzîkî ji pênc beşan yek ji ciwanên Almanyayê vê partiyê hildibijêrin.

2 milyon û 300 hezar ciwan dê cara yekem di hilbijartinan de beşdar bibin.

 

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest li Berlînê çûye nav ciwanên Kurd û Alman û bi wan re axiviye.

Li gorî Nûçegihanê Rûdawê nifşê nû girîngiyeke mezin dide mijarên guherîna avhewayê û jîngehê, ji wan re girîng e ku proje hebe û bizanin welatê wan dê li hemberî aloziyan çawa gav biavêje.

“Berbijêrê sereke yê yek ji partiyan Kurd e”

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno jî daya dû namzedên Kurd.  Li gorî dîtina Zinar Şîno û rapirsiyan, dengên partiya Mesîhiyan zêde dibe û yên partiya desthilatdar kêm dibe.

Li gorî encamên rapirsiyên dawî yên hilbijartinên Almanyayê, Yekîtiya Mesîhiyan dê ji sedî 31ê dengan bi dest bixe ku ev yek li gorî hilbijartina berê, dengên wan ji sedî 7 zêdetir e.

Her li gorî rapirsiyê Partiya Sosyal Demokratan ku partiya desthilatdar e, dengên xwe yên berê ji dest dane û ji sedî 25an dengên wan daketine ji sedî 16an.

Li gorî gotina Zinar Şîno, rewşa Partiya Kesk ji bo hilbijartina parlamentoyê, ji sedî 13an wekî xula berê dimîne, her wiha Partiya Çep jî nêzîkî ji sedî 7ê dengan bi dest dixin.

12 Kurd namzedên parlamenteriyê ne

Li gorî agahiyan 12 Kurdên diyasporayê li ser lîsteyên cuda ji bo hilbijartina Parlamentoya Federal a Almanyayê namzed in.

– Serdar Yuksel, yek ji wan namzedan e ku li ser lîsteya Sosyal Demokratan (SPD) namzed e û ji sala 2010an ve parlamenterê Nordrhein-Westfalenê ye.

– Namzedê din ê Kurd  Elî Artan Toprak e li ser lîsteya Mesîhiyên Demokrat beşdar e ku di heman demê de serokê Civaka Kurdî ya Qanûnî ye li Almanyayê.

– Yek ji namzedên din ên Kurd ji bo hilbijartina Parlamentoya Almanyayê, Qasim Tahir Salih e li ser lîsteya Keskan. Niha Qasim endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê ye.

– Gokay Agblut, namzedê Çepan e û endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê ye.

– Çira Ehmed, li ser lîsteya Sosyal Demokratan namzed e ku berdevkê partiya xwe ye li herêma Mullenê.

– Firat Goçak, namzedekî din ê Kurd e li ser lîsteya Çepan ku di heman demê de endamê Parlamentoya Herêmî ya Berlînê ye.

– Ozge Kadah li ser lîsteya Sosyal Demokratan namzed e û endamê Meclisa Şaredariya Ferdenê ye.

– Mîrza Eds, namzedê Çepan e û sala 2024an bûye serokê fraksiyona partiya xwe li Duisburgê.

– Hemze Atilgen, namzedê Sosyal Demokratan e û li Almanyayê ji dayik bûye. Serokê Parlamentoya Ciwanan a herêma Nordenhamê bûye.

– Diyar Agiw, namzedê Çepan e, sala 2017an wekî ciwan namzedê siyasetmedar ê Almanyayê hatibû destnîşankirin.

– Husên Kenan Aydin, namzedê Çepan e û Kurdekî Elewî ye.

– Maral Kuhestanî, namzeda sereke ya Partiya Voltê ye, endamê Meclisa Şaredariya Wiesbadenê ye.

Biryar e hilbijartina Parlamentoya Almanyayê roja 23yê Sibata 2025an bê lidarxistin; 60 milyon kes mafê beşdariya vê hilbijartinê heye û 736 endamên parlamentoya Almanyayê ya bi navê “Bundestag” dê bên hilbijartin.

Di vê hilbijartinê de, 45 partî pêşbirkê dikin da ku bikaribin benda ji sedî 5an derbas bikin û nûnertiya wan di parlamentoyê de hebe.

Di xula 20emîn a Parlamentoya Federal a Almanyayê de, 7 partiyan nûnerên xwe hene.

Partiyên ku ku Parlamentoya Federal a Almanyayê nûnerên wan hene wiha ne:

– Sosyal Demokrat (SPD)

– Partiya Demokrat a Azad (FDP)

– Partiya Kesk

– Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD)

– Partiya Demokrat a Mesîhî (SCU)

– Yekîtiya Demokrat a Mesîhî (CDU)

– Partiya Çep a Almanyayê (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *