Hilbijartina dersa Kurdî dest pê kir: ‘Heta bibe fermî em dê têkoşînê bidomînin’ -Video

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li dibistanên navîn yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.

Li dibistanên fermî girêdayî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî hene.

Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.

Li gorî agahiyên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, sala borî 31 hezar û 199 xwendekaran dersa Kurmancî û 3 hezar û 805 kesan jî waneya Kirmanckî (Zazakî), bi giştî 35 hezar xwendekaran waneyên Kurdî hilbijartine.

Hinek sazî û dezgehên Kurdan jî dest bi xebatên xwe kirine û armanc ew e ku îsal hejmara xwendekarên ku waneyên Kurdî hilbijêrin bigihîje 50 hezar kesî.

“Bipêşketineke baş e lê li gorî miletê Kurd gelekî kêm e”

Koordînatorê DILKURDê Fevzî Bulgan li ser kampanyayên xwe yên hilbijartina dersa Kurdî wiha axivî:

“Em dê li Amed, Stenbol, Serhed û heta cihê ku qeweta me gihîştê em dê broşuran belav bikin û em dê vanxebatan bikin.

Lê 3 salan berê dema ku me dest bi van kampanyayan kir, me nihêrî sala yekem 18 hezar bû, di vê dawiyê de bû 38 hezar.

Ev bipêşketineke baş e lê li gorî miletê Kurd gelekî kêm e. Divabû niha 400-500 hezar zarokên Kurdan di dibistanên navîn de zimanê Kurdî hilbijartibana.”

Bêyî platform, komele û hevgirtinên zimên di nav partiyên siyasî de jî îsal HUDA-PAR derdikeve pêş.

Vê partiyê bi panelan dest bi kampanyaya haydarkirinê kir û nûnerên wan didin zanîn ku ew dê îsal bi awayekî çalaktir beşdarî vê pêvajoyê bibin.

“Haya ji sedî 80yê Kurdan ji dersa bijarte nîne”

Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli wiha axivî:

“Gelê Kurd ji sedî 80yî hîn nizane ku van dersên bijarte li dibistanên navîn hene, haya wan ji vê îmkanê tine.

11 sal in ev îmkan heye, ne bes e lê lazim e ev îmkana ku di destê me de ye ji destê xwe bernedin, gav bi gav heta ku perwerdeya bi zimanê me îmkanek bi dest bixin.

Heta ku zimanê me bibe zimanê fermî em dê gav bi gav mucadeleya xwe dewam bikin”

Partiya herî mezin a Kurdan DEM Partî wekî her salên din li hemberî vê pêvajoyê û serlêdana waneyên hilbijarî xemsar e.

Ji ber ku ew dibêjin nabe mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê miletekî hefteyê bi çend saetan were dayîn û ji ber vê jî dibêjin “Em ne dijber in lê beşdarî kempîneya haydarkirin û handana malbatan jî nabin.”

“Mafê vî 30 milyonî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaş ji bo dersa Kurdî wiha anî ziman:

“Mafê vî miletê hanê, mafê vî 30 milyonî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe.

Ji ber vê yekê, di esasê de her çiqasî em vê diparêzin jî, em dibêjin ji bo dersa bijartî bila gelê me zarokên xwe ji bo zimanê Kurdî binîvîsin, qet nebe bila reqemek jê derkeve.

Lê daxwaza me ya sereke ew e ku ev miletê hanê bi zimanê xwe bijî, bi zimanê xwe perwerde bibe, bi zimanê xwe bazirganî û danûstandinên xwe bike, zimanê xwe were darizandin jî, bi zimanê xwe li parlamentoyê were parastin û temsîlkirin.”

Dersên bijarte

Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina waneyên Kurdî di sala 2012an de di bin sernavê ‘Ziman û Zaravayên Zindî’ de dest pê kir.

Li gorî vê guherînê, li her dibistaneke ku 10 xwendekar waneya Kurdî hilbijêrin dewlet mamosteyekî erkdar dike.

Ji bo îsal jî tê çaverêkirin ku 6 mamoste ji bo Kurmancî û 4 jî ji bo Zazakî bên tayînkirin.

Malbatên ku dixwazin zarokên wan dersên Kurdî bibînin dikarin bi awayê serhêl (online) yan jî rû bi rû serlêdanên xwe bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî wekî her salên borî rûmaleke taybet ji bo haydarkirina malbatan dide destpêkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *