Hilbijartin û berjewendîyên netewî

Di heman deman de, ÅŸopînerên her du beşên ÃŽttîhad Terakki, di pêvajoya hilbijartin û qeyranên civakîû aborî de, çîrok û benîştê xapandinê xistine rojeva gel. “Em bira ne, qedera me bi hev girêdayîye, ola me yek e, hemû Dinya dijmînê me ye, ev pêvajo ji bo me pêvajoya hebûn û nebûnê ye”

Niha ji benîştê xapandinê: “ev hilbijartin gelek girîng e, divê hûn li gel me xuya bikin”

Di heman deman de dewleta dagirker bi propaganda û hêvîyên pûç rojeva xwe tayin dike. Qeyran û problemên navxoyî bi sîyaseta nijadperestî kontrol dikin û ji xwe re ÅŸirîkan peyda dikin. Di hemû pêvajoyan de, dibêjin: “Dengê xwe bidin me, lê li gel me xuya nekin. Em we nasnakin, lê em dengê we dixwazin. Hûn xwe bi nav nekin, daxwazên xwe neynin ziman, civata me ne amade ye, eger em bibin erkdar em ê daxwazên we li gorî qanûna esasî bicîh bînin!”

Lê belê ew qanûna nijadperest hebûna gelê Kurd nasnake û bi tundî li dijî daxwazên mafên ji milletbûnê tên radiweste. Siyaseta tunekirin û înkarê li ser civatê ferz dike. Bi gelwekîlên qaÈ™o ser navê parastina doza Kurd diçin meclisa Tirk, dibêjin: “em bi namûs û È™erefa xwe sond dixun ku em ê girêdayî rêgezên Atatürk û makezagonê bin û ji miletê Tirk yê mezin re bixebitin…! Ew makezagon jî dibêje: “yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman.” Zagona ku hebûna te, welatê te, nasnameya te, zimanê te û hemî rûmetên te yên netewî înkar dike, tu bi namûs û È™erefa xwe sond duxwe ku tê biparêze; êdî tê çawa karibe bi wê makezagon û sondê karibe mafê gelê Kurd biparêze!?

Ev çîrok, ev derewên hanê sed sal zêdetire didome. Dagirkerên Kurdistanê di heman deman de du celad derxistine hemberî gelê Kurd, herdû celad jî ji bilî kuştin, zindan û mirinê tu tiştekî erênî nekirine. Ji destpêka salên 1900 an bigirin heta niha sîyaseta hilbijartina du celadan didome:
Serbest fikra – CHP/ Demokrat parti-CHP/ Adalet parti-CHP/ ANAP-Halkci parti/ Dogru yol-CHP/ AKP-CHP/ Tifaqa Cumhur- Tifaqa Millet….

Gelê Kurd, divê li seranserê erdnigariya Kurdistanê mafê xwe yê ji milletbûnê tên derxe pêş, li ser bingeha statûyê daxwazên xwe yên nêzîk û stratejik tevbigere û derxe pêş. Berêya li ser hîmên berjewedîyên netewî tevbigere, deng û bertekên gelê Kurdistanê li hemberî siyaseta dagirkeriyê mobilîze bike, dikare di demên qeyranan de mevzîyan bi dest bixe, bi têkoşîn û rêxistinbûna gelê xwe dikare ji xwe re rê veke an jî peyde bike. Çîrok û tifaqên li ser siyaseta hilbijartinê bê meşandin, tenê hestên demkî geş dike.

Pêwîstiya gelê Kurd bi hişmendîyek netewî, bi aqilê Kurdî û bi pêwendî û hêzbûnek Kurdistanî heye. Ne ji bo pêvajoyên hilbijartinan, ji bo têkoşîn û rizgarîya netewî pêwistiya me bi hev heye.

Hêvî dikim ev sembola Îttîhad Terakki mesajekî dide we/me.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *