Hilatina Rojê di Asûyên Kurdistanê da!

Siddik BOZARSLAN

”Aha di wê tarîtîya gurr û dijwar da, di asûyên (ufuq) Kurdistanê da Rojek hilat û ronayî da, bi ronayîya xwe asîmanê Kurdistanê ronî kir, ronayîya xwe da axa Kurdistanê, bextreşîya gelê Kurd nîşan da û anî ber çavan; tîrêjên xwe berdan ser zordestî û çavsorîya her du dewletên dagirkar, ew dagirkarî û zordestîya wan jî li ber çavan raxist; her weha, bi şewqa xwe çare û havila rizgarîya ji binê lepên wan jî zelal kir û nîşan da.

Ew Roj, mamostayê gelê Kurd û pêşrewê (rêbir- pêşewa) doza azadîxwazîya Kurdan Ehmedê Xanî yê nemir bû. Ehmedê Xanî, di sala 1651´ê da hatîye dinê. Wî, di dûwayîya ”Mem û Zîn”ê da, tarîxa hatina xwe ya dinê weha nivîsîye:

”Lewra dema ji nexuyabûnê qut bû û bû dîyar                                                                                              tarîx hezar û şêst û yek bû, bi jimar.”   

Tarîxa 1061´ê ku Xanî nivîsîye, tarîxa Hîcrî ye. Li gora tarîxa Mîladî, ev dibe 1651.

Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061´ê li gora tarîxa Mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da şaşîyek hatîye kirin û ji ber wê şaşîyê ew tarîx ji alîyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatîye qebûlkirin û wisa hatîye nivîsîn. Li gora serçavîyên rast ên ku ji alîyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala Hîcrî ya 1061´ê, rastê 25´ê meha 12´an a sala 1650´yê Mîladî hatîye û ew roj roja yekşemê bûye; bi peyveka dî, roja 1´ê meha Muharremê ya sala 1061´ê Hîcrî, rastê roja yekşemê ya 25´ê Kanûna Pêşîn a sala 1650´yê Mîladî hatîye. (Faik Reşit Unat, ”Hicrî Tarihleri Miladî Tarihe Çevirme Kılavuzu” (Rênumîna Wergerandina Tarîxên Hîcrî bo Tarîxa Mîladî), rûpel 72,Türk Tarih Kurumu Yayınları (Weşanên Sazgeha Dîroka Tirkan), Enqere, 1974, Jêdergirtî M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, r.5). Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan, tenê yek hefteyek ji sala 1061´ê Hîcrî ketîye sala 1650´yê Mîladî; yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651´ê Mîladî.

”… Divê mirov bifikire ku di salek da 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651´ê, tenê yek hefteyek (hefteyek jî na, tenê 5 roj – Siddîq) ketîye sala 1650´yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650´yî da hatibe dinê, ji 52´yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651´ê da hatîye dinê, ji 52´yan 51 e. Nexu em´ê vê îhtîmala mezin qebûl bikin û bêjin ku Xanîyê nemir di sala 1651´ê da hatîye dinê û wek Rojek asîmanê Kurdistanê ronî kirîye.” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 7- 9, kurmancîya xwerû M. E. Bozarslan, Weşanxana Deng, Uppsala/ Swed 1995)

Naskirîyê Nenas

”Digel ku Ehmedê Xanî di nava Kurdan da Rojek e û ronayî daye her derê Kurdistanê jî, gelek mixabin ku di heqê jîyana wî da, di heqê cî û malbata wî da di destê me da zanîneka zelal û haydarîyeka belgeyî tune. Ji ber ku wî bi xwe li ser jîyana xwe tiştek nenivîsîye û kesekî dî jî di dewra wî da ew wezîfe nanîye cî, jîyana wî bûye wek Roja binê hewr; kesek di heqê wê jîyanê da tiştekî belgeyî û zelal nizane. Ji ber vî semedî, nivîskar û lêgerên ku li ser ”Mem û Zîn”ê xebitîne, nekarîne li ser jîyana Xanî tiştekî zelal binivîsin; tewr li ser gelek tiştan dîtinên wan jî nebûne yek, cudayî û dijhevî ketîye navbera dîtinên wan.

Mesela, paşnavê ”Xanî” gelo îşaret bi alîyê çi ve dike? … Li gora dîtina hin nivîskar û lêgeran, Xan li hêla Hekarîyê gundek bûye û Ehmedê Xanî bi eslê xwe ji wî gundî bûye; li gora hin nivîskar û lêgerên dî, Xan li hêla Hekarîyê êlek bûye, yanî eşîretek bûye û Ehmedê Xanî ji wê êlê bûye; li gora hin nivîskaran jî Xanî ji malbata ”Xanîyan” bûye û ew malbat berê li hêla Botan bûye, paşê çûye Bayezîdê…. Li gora Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, Xanî li hêla Hekarîyê bûye û di 1706´an da li Bayezîdê wefat kirîye… Sadiq Behadîn Amêdî, ji Eladîn Secadî diguhêze ku, navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas bûye, navê bapîrê wî jî Ristem bûye; Xanî ji malbata Xanîyan bûye ku berê li Botan bûye, paşê cîhil bûye çûye bajarê Bayezîdê û li wir bi cî bûye… Ferhad Şakelî jî qala nivîsareka lêgerekî ingilîz Mark Sykes kirîye ku li gora wî ingilizî, li jorê Hekarîyê li nêzê Xweşavê (girêdayê Wanê ye) qebîla Xanî jîyaye…

Wek jîyana Xanî, tarîxa wefata wî jî ne kifş e. Hin nivîskar û lêger didin zanîn ku wî di sala 1706´an da wefat kirîye. Jêdera wê dîtinê jî haydarîyek e…Nivîskarê Kurd Eladîn Secadî di pirtûka xwe ”Mêjûy Edebî Kurdî” da ji melayek guhastîye…

Bê guman, dibe ku Xanî di sala 1706´an da yan jî di 1707´an da wefat kiribe. Lê belê mirov nikare bi awayekî qutûbirr vê tarîxê qebûl bike û bêje Xanî di vê salê da yan di wê salê da wefat kirîye… Aha ji ber vî semedî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku tarîxa wefata Ehmedê Xanîyê nemir ne kifş e; wek jîyana wî, di heqê tarîxa wefata wî da jî zanîn û haydarîyeka zelal di destê me da tune.

Nivîskar û zimanzanê Kurd ê navdar Celadet Alî Bedirxan jî, di kovara ”Hawar” da di nivîsara xwe ya bi sernivîsara ”Klasikên Me” da qala Xanî jî kirîye û di heqê wî da weha nivîsîye:

”Kengê emrê Xwedê kirîye, em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandîye, çil û çar salî bû.” (”Herekol Azîzan” Hawar, hejmar 33, r.10, 1 Çirîya Pêşîn 1941)

… Her weha, cîyên ku tê gotin ku Xanî li wan deran xwendîye, ew jî dibin babetê pirsê: Gelo kî çawa zanîye ku Xanî li wan cîyan xwendîye? Di heqê vê yekê da jî di destê me da zanîneka belgeyî tune. Tiştên ku hatine gotin û nivîsîn, ji texmînê pêşve naçin; mirov nikare wan wek bingehekî zanyarî qebûl bike.

Di heqê xwendina Ehmedê Xanî da şoleka dî jî heye, ku dibe babetê pirsê. Xanî, di beşê 7´an ê ”Mem û Zîn”ê da, dema bi nefsbiçûkî daxwaz kirîye ku çav li kêmayîyên wî bên girtin, di cîyek da weha gotîye:

”Ez ne cewherfiroş im, lê ez çerçî me                                                                           Nehatime hînkirin û gîhandin ez, xwegîhandî me.”

Ev peyv gelek balkêş e û digel xwe çend pirsên giring tîne: Gelo mexseda Xanî ji peyva ”nehatime hînkirin û gîhandin ez, xwegîhandî me” çi ye? Gelo xwestîye bide zanîn ku wî li nik çu mamostayek nexwendîye û ji alîyê çu mamostayek ve nehatîye hînkirin û gîhandin, lê wî bi xwe xwe gîhandîye? Eger mexseda wî ew be, gelo ew zanîna wî ya ew qas kûr û fire ya wek deryayek çawa pêkhatîye û bi destê wî ketîye? Yan gelo wî xwestîye bide zanîn ku wî tenê xwendîye, lê belê li ser zanîna giştî û li ser edebîyata Kurdî û li ser nivîsîna bi Kurdî kesek ew negîhandîye, bi xebat û xîreta xwe xwe gîhandîye?

Bi dîtina me, ev îhtîmal maqûltir e û nêzîktirê aqil e. Lewra Xanî, berî wê peyvê di çend malikan da nivîsîye ku hemî tiştên ku di pirtûkê da cî girtine, ew malê wî ne û wî ew ji kesekî dî yan jî ji cîyekî dî negirtine; ev pirtûk welew ku wek fêkîyeka xav be jî, Kurdî ye û ew qas jî bes e. Piştê wê peyva jorîn jî weha nivîsîye:

”Ez Kurd im, çîyayî me û kenarî                                                                                               Van çend peyvên min ên Kurdewarî

Îmza bikin ji kerema xwe, bi qencîkarî                                                                                                                             û bi guhê însafê li wan bikin guhdarî” 

Dema mirov li malikên berî wê peyvê û li yên piştê wê hûr difikire, mirov fam dike ku bi îhtîmaleka mezin mexseda Xanî ew bûye ku ew li ser bîr û bawerîya neteweyî, li ser edebîyata Kurdî û li ser nivîsîna esereka weha giring nehatîye gîhandin, ji alîyê hin mamostayan ve nehatîye hînkirin, li ber destê hin mamostayan li ser wan babetan talîm û hînbûn nedîtîye; lê belê xwe bi xwe gîhandîye, bi xîreta xwe xwe gîhandîye; eger di   pirtûka wî da hin qusûr û kêmayî hebin, semedê wan ev awa ye.

Digel ku di heqê jîyana Xanî da û di heqê tarîxa wefata wî da zanîneka zelal tune jî, di heqê wî da çar tişt qutûbirr tên zanîn û di heqê wan her çar nuqteyan da çu guman tune. Ew her çar nuqte ev in:

I.Xanî, di sala 1061´ê Hicrî da hatîye dinê, ku ev tarîx, li gora tarîxa Mîladî dibe 1651.

  1. Xanî, dema dest bi nivîsînê kirîye, 14 salî bûye. Lewra di dûwayîya ”Mem û Zîn”ê da bi nefsbiçûkî di heqê xwe da gotîye ”sî sal e ku şaş dinivîse”

III. Xanî, dema nivîsîna ”Mem û Zîn”ê temam kirîye, 44 salî bûye. Lewra wî di dûwayîya pirtûkê da wisa nivîsîye.

  1. Xanî, li Kurdistana Jorîn li bajarê Bayezîdê wefat kirîye û li wir hatîye definkirin. Merqeda wî li wî bajarî ye, zîyaretgeha gelê Kurd e.

Bi vî awayî, mirov dikare bêje ku Ehmedê Xanîyê nemir, hozan û bîrewerekî hem naskirî ye, hem nenas e. Bi karê xwe, bi hunera xwe ya bilind, xasma jî bi dastana xwe ya nemir ”Mem û Zîn”ê wek Rojê naskirî ye û ronayî dide. Lê bi jîyana xwe nenas e, jîyana wî nayê zanîn.

Digel ku di heqê jîyana wî da em tiştek nizanin jî, tiştê ku tesellî dide me ev e ku wî bi eserên xwe, xasma jî bi ”Mem û Zîn”a xwe ya ku dastana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd da cîyê bilintirîn girtîye û bi wî awayî di nava gelê xwe da bûye ”Xanîyê nemir.” (eynê eser r. 10- 15)

Lê lêkolînên teze nîşan didin ku dema E. Xanî yê nemir Mem û Zînê qedandîye, ew 64 salî bûye, ne ku 44 salî bûye. Bê guman ev dûrê aqil nîne ye û gelek jî mantiqî ye. Eger em zanîna E. Xanî ku qasî deryayek e, bînin ber çavan; ew zanîna hew qas mezin, kûr û fire li gora temenê însên, pirr bi mantiqî ye ku ne di temeneke 44 salî da, lê di temeneke 64 salî da zêdetir ew mimkun dibe. Loma divê li ser vê babetê were rawestandin. Ev jî karê lêkoneran in ku jibo pêşedemê divê were kirin. (Siddîq)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *