Hîlalî: Şam û HSDê li ser radestkirina dadgehan û yekbûna leşkerî gihîştin lihevkirinê

Berdevkê tîma serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ragihand, piştî xitimandina danûstandinên li Qamişloyê, wan bi Fermandarê Giştî yê HSDê re civînek encam daye û li ser çend xalên teknîkî û leşkerî gihîştine lihevkirinê.

Berdevkê tîma serokatiyê ya berpirs ji cîbicîkirina rêkeftina navbera hikûmetê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Ehmed Hîlalî îro 23ê Nîsanê ji “Al Jazeera Net” re aÅŸkere kir, danûstandinên wan ên bi serokatiya HSDê re li ser dosyayên girîng berdewam dikin.

Hîlalî diyar kir, ÅŸandeya serokatiyê bi Fermandarê GiÅŸtî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyaye. Di hevdîtinê de biryar hate girtin ku şêwirên teknîkî ji bo radestkirina “KoÅŸka Dadê” bo Wezareta Dadê ya Sûriyeyê berdewam bikin. Ev pêngav bi armanca çalakkirina sîstema dadwerî ya fermî li herêmên bin kontrola HSDê tê avêtin, piÅŸtî ku danûstandinên roja Sêşema borî yên li QamiÅŸloyê rastî astengiyan hatibûn.

Di beÅŸeke din a daxuyaniyê de, Hîlalî destnîşan kir ku di civînê de mijara tevlêkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê yên Sûriyeyê de hatiye nirxandin. Herwiha, amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinên “Encûmena Gel” (Parlamentoya Sûriyeyê) wekî dosyayeke sereke ya danûstandinan hat gotûbêjkirin.

Ev pêngav piÅŸtî wê rêkeftina dîrokî ya 29ê Çileya îsal tê, ku tê de hikûmeta Sûriyeyê û HSDê li ser “rêkeftineke giÅŸtî” li hev kiribûn. Armanca bingehîn a vê proseya nû, bidawîkirina dabeÅŸbûna îdarî û leÅŸkerî ya li welat û destpêkirina qonaxeke nû ya yekgirtinê ye. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *