Hêzên Kurd dê li gel bereya serketinê yan li gel dagîrkerên xwe cîh bistine?

Cano AMEDÎ

Do, ji ber ku Milletê kurd ne bi rêxistin bû; li ser bernameyek netewî ne li hevkirîbû di pêvajoya şerê yekem û duyem yên Cihanê de derfet û fersendêndên derket holê jê îstîfade nekirin, hewldanên pêk hatin jî bi ser neketin û di encamê de bêpar man…

Îro cardin dewletên desthilatdar bi formatek din heremê û cihanê dîzayn dikin. Milletê kurd cardin bi azmûnekî ve rûbirû ye. Gelo alîyên Kurdî çiqas amade ne ku wê azmûnê bi serfirazî derbas bikin?

Gelo wê li gel Berêya qezençkirinê cîh bigirin an cardin li gel dagirker û zalimên xwe wê rawestin? Bersîva vê pirsê li gel hemû alîyên Kurdî ye û her ferdek kurd mixatabê vê pirsê ye.

Serdema ku em tê re derbas dibin gelek hesas û girîng e. Derfet û îmkanên îro derketîye holê divê bi aqilekî kurdî, bi hişmendîyek hevbeş û netewî, bi hemleyên stratejik bên pêşwazî kirin. Divê aso û armancên me li ser bingeha berjewedîyên netewî û qezençkirinê be.

Paradîgma ku îro rojeva milletê Kurd dagir kirîye bi tu awayekî ne li gorî berjewedîyên netewî ne. Di vê paradîgmayê de ji bo milletê Kurd tiştekî nû tune ye. Ev paradigmaya hanê guncawkirina armancên siyaseta Îttîhad Terakki bixwe ye.

Divê milletê Kurd li ser bingeha berjewedîyên netewî, li ser daxwazên statu û desthilatdariyê, bi zimanê diyaloga navxoyî armancên xwe yên netewî û stratejik derxe pêş. Divê siyasetek netewî hilbijêre, bi tifaq û hevkarîyên milî tevbigere.

Îro siyaseta desthilatdar û ew paradigma ku bi tu awayî ne zelal e, naverok ne diyar û ne li gor berjewedîyên netewî ye û bi nehênî û bi sirrên xwe yên tarî rojevê tayin dike, îradeya milletê kurd dixwaze bixe bin îpotekek giran. Bêdengî û bêhelwestî piştgirîya xirabîyê ye.

Şerê li heremê destpêkirîye, destpêka şerê dunyê yê sêyem e û bi şêweyê şerê wekaletî didome. Divê alîyên Kurdî ne bi berçavkên îdeolojîk û olî tevbigerin, pewîstî û pêdivî bi nêrîn û helwestên netewî heye.

Ji bo serkeftin û qezençkirinê, ji bo azadî û berjewedîyên milletê kurd divê hemû alîyên Kurdî bi sînerjîyek milî tevbigerin û problemên nav malê, bi dawî binin. Divê bi şêweyek seferberî di kolan û taxan de rojev û pêvajoya berjewedîyên milletê Kurd, bi raya giştî re parve bikin. Dîyalog, hevkarî, tifaq û yekrêzîya nav mala kurdî, dikare rê li ber ba û bahozan, rê li ber aşît û lehîyan bigire. Dikare bi temsilkarîyek milî, derî li xêrnexwazan bigire, rê li ber demsalên qezençkirinê vebike…

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *