Hêzên HTŞê li Şamê bi ser taxa Kurdan de girt û malên xelkê talan kir

Hate ragihandin ku hejmarek endamên Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) ku hêza deshilata Sûriyê ye, li taxa Zorava ya Şamê bi ser gelek malên Kurdan de girtiye û talan kiriye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Şamê, hêzên HTŞê îro 15ê Çile taxa Zorava ku piraniya xelkê wê Kurd in, dorpêç kir û piştre jî bi ser gelek malan de girtin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên HTŞê destpêkê li derdorê gule reşandine, piştre jî bi ser malan de girtine û mal hatine talankirin û heqaret li endamên malbatan hatiye kirin.

Piştî serdagirtinan hêzên êrîşkar ji taxê vekişiyane, lê çavkanî diyar dikin ku alozî hîn li taxê didome.

Hêjayî gotinê ye, Taxa Zorava ya Şamê, piranîya wê ji Kurdan pêk tê. Dema rejîma Beas di sala 1963yan de plana ‘Kemera Erebî’ daye destpêkirin, bi sed hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê hatibûn koçberkirin ku beşek ji wan li taxa Zorava bicih bûne.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *