PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), roja 28.02.2022yê li Amedê bi TMMOBê(Odeya Mihendîs û Mîmaran) re û roja 02.03.2022yê DÎSK(Konfederasyona Şoreşger a Sendîkayên Karkeran) û GUNSÎADê(Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrê Rojhilat) re hevdîtin kirin.
Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, Roja 28.02.2022yê heyeteke ku ji Berpirsê TDK-TEVGERê Yusuf Aydin, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba pêk hatî, seredana TMMOB kir.
Sekreterê TMMOBê yê Amedê Dogan Hatun, Hevserokê Odeya Mihendîsên Zîraetê Abdusamed Ucaman, Hevseroka Odeya Mîmaran Selma Aslan, Hevseroka Odeya Mihendîsên Jîngehê Nûjîyan Yildirim û 3 rêvebirên Odeya Mihendîsên Bînasazîyê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Roja 02.03.2022yê jî heyeteke ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay pêk hatî, seredana DÎSKê kirin.
Berpirsa DÎSKê Hanîfe Kardaş û rêvebirên DÎSKê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Her roja 02.03.2022yê heyeteke ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba , Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Endamê Meclîsa Partîyê ya PSKyê Zulkuf Baran pêk hatî, seredana GUNSÎADê kirin.
Serokê GUNSÎADê Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu û rêvebirên GUNSÎADê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.
Di derbarê van hevdîtinan de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba hinek agahdarî da Rûpela Nû.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba dibêje:
‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de , pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê kirin û ji wan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re, li ser van daxwazên acîl, bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDÎ ava bikin. Piştî ku TEREFÊ KURDÎ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî dîyalogan destpê bikin, hevkarîyan bikin’’.
Di derbarê helwesta hersê dezgehan jî Vahit Aba got:
‘’Rêvebirên TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê di van hevdîtinan de, bi awayekî erênî pêşwazîya van pêşniyarîyên me yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de kirin. Rêvebirên hersê dezgehan jî gotin, divê ev xebata ne bes wek xebata 3 partîyan bê meşandin, divê berfirehtir be ’’.
Herweha Vahit Aba got:
‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin.Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe.’’
Kaynak: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin