Heyeta Tehrîr El Şamê bangî HSDyê kir

Heyeta Tehrîr El Şamê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Sûriyeyê (HSD) xwest ku li gel çekên xwe ji Helebê derkevin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê.

Heyeta Tehrîr El Şamê bi daxuayniyekê bangî HSDyê kir ku şervanên wan li gel çekên xwe ji Helebê derkevin.

Di daxuyaniya HTŞyê de wiha hat gotin:

“Em şerê hêzên hovane yên rejîma Esed dikin û milîsên Îranê ji bajar û gundên xwe derdixin.

Her wiha em dixwazin xelkê me vegere û bi ewle û aram jiyana xwe berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de em firsendek pêşkêşî we dikin ku hûn bi çekên xwe bi awayekî ewle ji bajarê Helebê derkevin û derbasî bakurrojhilatê Sûriyeyê bibin.

Em li hemberî jî tekez dikin ku Kurdên Sûriyeyê beşeke bingehîn a civaka Sûriyetê ne û xwedî mafên wekhev vî welatî ne.

Em ji birayên xwe yên Kurd ên li Şêx Meqsûd û herêmên din ên Helebê dijîn re radigihînin ku hûn malbata me ne, mafên we mafên me ne û erkên me hevpar in.

Berpirsiyariya me ye ku em we biparêzin û jiyanek birûmet ji bo wê misoger bikin.”
Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *