Heyeta TDK-Tevgerê li Amedê serdana PSKê kir

Bi armanca pîrozkirina encamdana Kongreya PSK, hilbijartina Serokê PSK yê nuh û hilbijartina Meclîsa Partîyê, heyeta Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger), îro serdana nivîsgeha Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kir.

Serokê PSK Bayram Bozyel û Serokê berê yê PSK birêz Mesût Tek û rêvebirên PSKê, bi germî pêşwazîya heyeta TDK-Tevgerê kirin.

Nûnerên heyeta TDK-Tevgerê, wek serokê PSK yê nuh hilbijartina birêz Bayram Bozyel û Meclîsa PSKê ya nuh bi germî pîroz kirin; ji bo tekoşîn û xebata wan ya pêşerojê, ji wan re serketin û serfirazî xwestin.

Serokê Giştî yê PSK birêz Bayram Bozyel, li ser navê Partî û rêvebirîya xwe, ji bo serdana heyeta TDK-Tevgerê, beşdarîya di Kongreya PSK û peyama wan ya dostane û nîyazên wan yê ji dil, sipasîya xwe arasteyî heyeta TDK-Tevgerê kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *