Heyeta PWKyê li Stockholmê bi heyeta PSKyê re civîya

Heyeteke PSKyê ya ku ji Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîhgira Serokê Giştî Selva Baksî, endama Meclisa Partîyê Sevgi Yildiz, endamên PSKyê Kovan Amedî, Şukru Demîr û Mustafa Kizilkaya pêkhatî, roja 16.09.2024ê, li Stockholmê bûn mêvanê PWKyê.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya ku ji Seroka Komîteya Swêdê û endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê Seval Mert û endamên Meclîsa Partîyê Zinar Soran, Mehmet Selîm Ûzûn, Roza Kurdî pêkhatî, pêşewazîya heyeta PSKyê kirin.

Herdu heyetan bi hev re xwarinek xwarin û di derbarê rewşa welêt, Ewropa û pirsên aktuel yên tevgera kurd û kurdistanîyan de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Herdu alîyan jî girîngî û pêwîstiya dîyalog û xebatên hevbeş yên cihêreng anîn ziman.

Civîn di atmosferekê germ û dostane de derbas bû.

17.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *