Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 13.07.2025ê, li gundê Merwekê yê Navçeya Dîgor a bajarê Qersê, beşdarî merasîma vekirina Muze u Mala Çandê ya Qazî Mihemed bû.
Heyeta PWKyê, ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Serokê Meclîsa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan û endama PWKyê Medya Baran pêk hatibû.
Rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Parêzer Mahmût Alinak bi îmkanên xwe yên şexsî Muze u Mala Çandê ya Qazî Mihemed vekirîye.
Nûnerên partîyên siyasî, dezgehên sivîl û gelek kesayet û Hevserokên Şaredarîya Navçeya Kagizmanê beşdarî vekirina muzeye bûn.
Nevîyê Pêşewa Qazî Mihemed, Kawa Elî Qazî jî dê beşdarî merasîma vekirina muzeyê bibûya.
Lê belê ji ber ku balafira wî di wexta xwe de ranebibû, nikarîbû bigihîşta merasîmê.
Kawa Elî Qazî bi peywendîya telefonî beşdarî merasîmê bû û spasiya Mahmût Alinak û hemû beşdaran kir.
Avakarê muzeyê Mahmût Alinak di derbarê armanc û pêvajoya avakirina muzeyê de axaftinek kir û spasîya beşdaran û kes û alîyen ku jê re bûne alîkar kir.
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay û hinek beşdaran di derbarê girîngîya vekirina muzeyê de axaftin.
Paşê beşdar di nav muzeyê de gerîyan.
13.07.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)



