Heyeta PWKyê, Li Hollandayê Seredana Rêxistina Ewropayê Ya PYDKSyê Kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 09.02.2025ê, li Holandayê seredana rêxistina  Partîya Yekitî ya Demokrat ya Kurd Li Surîyê (PYDKS) ya Ewropayê kir.

Heyeta PWKyê, ji Serokê Meclisa Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Serokê  Rêxistina Hollandayê ya PWKyê Ferhat Boskan pêk hatibû.

Heyeta PYDKS yê, ji  Bavê Leheng Endamê Komîteya Navendî, Ehmed Çeto Endamê Komîteya Siyasî û Berpirsê Rêxistina Ewropa, Riyad Hemê Endamê Komîteya Rêvebir ya Ewropa pêk hatibû.

Serokê PYDKS Rêxistina Ewropa Ehmed Çeto ji ber serdana heyeta PWKyê bixêrhatinek germ li heyeta PWKyê kir û ji ber vê helwest û serdanê sipasîya xwe pêşkêş kir.

Merd Baran Boskan jî ji ber pêşwazîya germ kêfxweşî û sipasîyên xwe pêşkêş kir.

Serokê Meclisa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan; bi kurtayî armanca serdana PWKyê weha anî zimên:

‘’Di vê dema hestîyar de ku piştî rûxandina desthilatdarîya rejîma BAASê û rewşa nû ya ku hatîye berderî de, me wek PWK biryar girt ku li ser vê rewşa nû serlêdanên alîyên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê bikin, bîr û rayên xwe bi wan re parve bikin û her weha bîr rayên wan ji nêzîk ve guhdar bikin. Merd Baran Boskan diyar kir ku her çend têkilîyên me li her deverî û di her astî de hene jî em dixwazin li ser rewşa nû dubare lênêrînên xwe bi alîyan re rûbirû parve bikin. PWK bi kêfxweşî dibîne ku li herçar perçeyên Kurdistê û di navbera Perçeyên Kurdistanê de têkilîyên tevgera Kurdî berbihev ve germtir dibe. Herweha di vê dema hestiyar de danûstendinên alîyên siyasî li Başûrêrojavayê Kurdistanê me kêfxweştir dike. Em gelek pêwist dibînin ku li vê herêmê yekdengî û yekrêzîya nav mala kurd pêkwere, em bi hemî hestên xwe ve piştgêrî didin van nêzikbûnîyan. Herweha em pêwist dibînin ku heta çareserîyek zelal ji bona Başûrêrojavayê Kurdistanê çênebe, divê kurd çek û îmkanên di destên xwe de daneynin’’.

Merd Baran Boskan balkişand ser bandora Serok Barzanî ya  di vê prosesa têkilîyên navbera alîyên siyasî û girîngîya hevdîtina bi Mazlum Ebdî re ku bû egerê xweşkirina van têkilîyan.

Merd Baran Boskan weha got ‘’Em weke PWK piştgirin û bidestxistina mafên neteweyî , demokratîk û statuyekî siyasî erdnîgarî ya miletê kurd gelek girîng dibînin. Destketinên vî perçeyê Kurdistanê bandorek mezin li perçeyên din ên Kurdistanê dike û her weha her şikestinek wê jî malkambaxîyeke mezin li seranserê Kurdistanê dê bi xwe re bîne. Em hemahengîya navbera hemû partî û hêzên kurdî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê gelek girîng dibînin. Îro erkekî gelek mezin li ser milên partî û rêxistinên sîyasî ye ku: bi bernameyeke neteweyî, bi yekrêzî wek alîyên kurdî bi heyetek hevbeş derkevin ber hemê alîyên desthilatdarên Şamê û alîyên têkildar.’’.

Serokê Rêxistina PYDKS ya Ewropayê Ehmed Çeto jî  got: ‘’Em lênêrînên PWKyê ji nêzik ve dişopînin û girîng dinirxînin. Em ji ber van hest û helwestên we kêfxweş in û sipasîya we dikin. Em wek PYDKS, hertim amadebûne û amadene ji bona yekrêzîya nav mala kurd û em di vî warî de hertim xwedî helwestek baş bûne. Niha jî çi ji destê me tê em dikin. Em dizanin rewşa Şamê him derîyên hêvîyê jî ji me re ve dike, him metirsîyekî mezin jî dikare bîne pêşîya  me. Em pêwist dibînin ku em kurd li ser çareserîya tevayîya Başûrêrojavayê Kurdistanê yekrêz bin. Em nikarin vê kêşeyê paşçav bikin. Ji bo ku  d inavbera ENKS û PYNKyê de têkilî xweş bibin çi ji destên me tê em dikin. Di vî warî de hinek kesên ku dengên cuda derdixin jî em dibêjin ev lênêrînên wan alîyan in. Piranîya her du alîyan jî yekrêzîya mala kurd diparêzin. Em dibêjin ji bona yekrêzîya kurd çêbe her alî gereke hinek ji kêşeyên xwe bihêle nede pêş. Em dizanin ku helwest û bandora Serok Barzanî gelek girîng e. Herçend hinek astengîyên piçûk hebin jî em bi hêvîne ku wê hevahengîya me çêbibe.’’.

Her du alîyan bi xwestekên têkilîyên germ û domdar ve kêfxweşîyên xwe hanîn ziman.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *