HEWLDANÊN TÊKBIRINA ABORÎ Û SERWERIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Cano AMEDÎ

Ev demek dirêje li Başûrê Kurdistanê, ji bo têkçûna serwerîya Kurdistanê, ji bo bêhêz kirina desthilatdarîya hukumeta kurdistanê êrîşên hovîyane bi şêweyek organîze û mobîlîze tên meşandin. Ev êrîşên hanê ne bûyerên ji rêzê û ne jî bûyerên tesadufî ne. Ev bûyerên li başûrê Kurdistanê diqewimin, yek bi yek encamên şirîkatîya dewletên dagirker û berhemên plansazîyek kûr ya li dijî gelê Kurd e!

Xurandina nakokîyên hundir û bê aqûbetîya navxwoyî, rê li ber êrîşên organîze xweştir dike. Bi salan e ku êrîşên li dijî destkeftîyên başûrê kurdistanê tên meşandin îro gihiştîye astek xeterîyê, astek metirsîyê. Ev xeterî û metirsî ne tenê ji bo herema başûr e, ev tahlûkeya hanê ji bo hemû beşên Kurdistanê û ji bo gele Kurdistanê ye û bi destê dagirkeran ve tê meşandin.

Dewletên dagirker û hevalbendên wan ji destpêkê heta niha sîyaseta dorpeçkirin û fetisandinê bişêweyên cuda xistin rojevê. Gava em dîroka nêzîk ya bîst salên dawî di ber çav re derbas dikin, wêne û xelekên dorpêç kirinê baş dibinin. Em baş têdigihijin.

Êrîşên terorî û mobîleze kirina grûbên terörist, di nav demê de gihîşt astek bilind. Nizama li dijî gelê Kurd û dewletên dagirker bi destê grûbên terorîstî xwestin bi ser bikeve, lê belê gelê Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê û Pêşmergên Kurdistanê rê nedan ku neyarê gelê Kurd bigihîje armancên xwe. Li hemberî êrîşên hovîyane Peşmergeyên Kurdistanê têkoşînek dijwar da. Bi canê xwe, bi xwîna xwe berevanîyek mezin nîşanî dost û dijmînên xwe dan. Lê mixabin bê aqûbetî û problemên navxwoyî rê li ber êrîşên Kerkûk û deverên nakok xweş kir. Dewleta îranê û Iraqê bi piştgirî û alîkarîya dewleta Tirkîyê, peymana Sadabadê cardin guncav kirin û ji nûve vegerîyan ser kodên berê.

Niha jî dewletên dagirker û maşayên wan metodên êrîşên xwe guherandine û dixwazin aborîya başûrê Kurdistanê têkbibin. Ji alîyê dewleta navendî ve, kêm kirin û neşandina butçeya herema Kurdistanê polîtîkayek stratejik e. Armanç geşkirina problemên civakî ye. Bi alozî û terorîze kirina sûk û kolanan dixwazin serwerîya Kurdistanê têk bibin. Bi salan e Baxda û Tahran vê sîyasetê bi sebir dimeşînin. Xelekên dorpeçkirinê hêdî hêdî bi destê hevalbendên xwe dişidînin.

Dijmînê gelê Kurd, dixwaze aborîya Kurdistanê têkbibin û rê li ber alozîyên civakî geş bikin. Ji alîyekî ve gund û bajarokên heremê tên bombabaran kirn, ji alîyekî ve li hemberî companî û karsazên Kurd êrîşên hovîyane tê meşandin. Armanc ew e ku rê li ber sermaya Kurdistanê bigirin û nakokîyên civakî geş bikin. Di nav civatê de pêlên tirs û xofê zede bikin, demsalên bawerî û ewlekarîyê têk bibin. Neyarên gelê Kurdistanê niha jî dixwazin bi şewata bazar û kargehan, bi sabotaj û êrîşên çekdarî bingehên aborîya başûrê Kurdistanê pûç bikin. Em bixwazin an nexwazin bandora wan êrîşan li ser civatê tesîrekî negatif dike. Dagirker û hevalbendên wan dixwazin demsalên tirs û xofê, bingeha bêbawerîyê xurt bikin û fikra mirov xwe di ewlekarîyê de nebinin zêde bikin, çi ji destê wan tê texsîr nakin!

Em dibinin ku roj tuneye ku dewletên dagirker heremê bombe baran nekin, roj tuneye ku êrîşên li ser bingehên aborîyê tên meşandin çênebin. Roj tuneye ku hukumeta Baxdayê li hemberî gelê Kurdistanê bê hûqûqî neke û mafê wan bin pê neke. Şewitandina kargehên mezin, şewitandina bazar û ticaretê, şewitandina makînayên kar, bombebaran kirina gund û deverên jiyanê, sabotaj û êrîşên li hemberî navendên hilberînê. Bi şêweyek sîstematîk û plansazî tê meşandin. Ev êrîşên hanê bi şirîkatîya dewletên dagirker û hevalbendên wan bi plansazîyek kûr, bi lihevhatinek hovîyane û bi hestên dijmînatîya gelê Kurd tên meşandin.

Ev sîyaseta leflefokî û jahrî her diçe bi hêz û bi bandor dibe. Sîyaseta entergasîyonê û bêdengîya li dijî destdirêjîya destkeftîyên milletê kurdistanê, rê li ber metirsîyek mezin vedike. Sîyaseta kedîkirinê û dizayn kirina entergasîyonê, her diçe li hemû beşên kurdistanê bi bandor dibe. Bêdengîya kûr, alametê xewa mirinê ye!

Ji Dîaspora bigirin heta hemû beşên Kurdistanê divê bi hişmendîyek netewî em tevbigerin û li hemberê wan êrîşên terorî xwedî helwest bin, zanyarî û bertekên xwe bi raya giştî re, bi hukumeta Kurdistanê re parve bikin. Sîyaseta ji bo têkbirina statuya Kurdistanê tê meşandin divê bi bertekên netewî bê rawestin û bingeha plansazîya dijberî gelê kurd bi stratejî û sîyasetek millî bê pûçkirin.

Bi kurtayî bûyerên li Başûrê Kurdistanê rûdidin, gellekî xeterin û ji bo paşeroja gelê Kurd jî problem in. Propagandayên reşkirinê, dijmînatîya li hemberî serwerîya herema Kurdistanê û mobilîze kirina êrîşan, tenê feyde digihîjîne dijmînê gelê Kurd. Bê şik xwedîyên sîyaseta qirêj baş dizanin ku wê bi ser nekevin, lê dixwazin astengîyan derxin. Li bazarên Kurdistanê roj tuneye bûyerek şewitandinê neqewime! Gelo çima ev bûyerên hanê li Kerkûkê, li Hewlerê, li Dihokê pêktên?

Divê baş bê zanîn, hewldan û seferber bûna şewitandina bazaran, sabotajên li ser bingeha çavkanî û hilberîna xaz û neftê raste rast êrîşên li dijî statu û serwerîya kurdistanê ne. Bingeha civatan, li ser bîr û bawerîya aborîyê xurt dibe, dijmînê gelê Kurdistanê bi êrîşên bingehên aborîyê, sîyaseta dagirkerîyê bidin meşandin. Bertek û refleksên netewî dikare rê li ber vê sîyasetê asê bike.

Em hêvî dikin ku hukumeta Kurdistanê, serwerî û iradeya damezrîner ya Başûrê Kurdistanê bi stratejîyek netewî, bi seferberîyek millî, bi hişmendî û bertekên netewî, dikare rê li ber wan êrîşên hovîyane bigire û tawanbaran siza bike. Bêdengî pejirandina xirabî û têkçûnê ye! Divê her Kurd, li hemû beşên Kurdistanê, derbarê parastina destkeftîyên netewî de, di derbarê statu û desthilatdarîya milletê Kurdistanê de hişyar be, xwedî helwest be û têkoşerê welatê xwe be!

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *