Divê Her Kurdek Ji Rêferandûma Serxwebûnê Re Bibe Alîkar. Mafê Kesî û Tu Dewletan Tune ye Ku Li Dijî Rêferandûmê Derkevin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Kurdistan welatekî xweş û şêrîn e. Li Kurdistanê çar demsal bi hev re te jiyandin. Loma jî însanên Kurdistanê jî gelek şêrin û dilgeş in. Di van rojên dawî de Kurdistan xweştir û şêrîntir e.. Lewra li Dewleta Federe ya Kurdistanê, biryara rêferandûma serxwebûna Kurdistanê hat dayîn.

Piştî ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, di şûura miletê kurd de gûhertınek gelek esasî pêk hat. Dikarim bibêjim ku miletekî nû yê kurd qewimî.

Bi biryara rêferandûma serxwebûna Kurdistanê jî, ji bona dewletbûna Kurdistanê geşbûn û encam qewimandin. Di nav kurdan de şûûrek û rûhekî nû yê hevbeş derketiye holê.

Bila rêferandûma serxwebûna Kurdistanê, li miletê me û mirovatiye pîroz be. Ez di baweriyê de me ku ji rêfêrandûmê encamekî xêrê û dewletbûna Kurdistanê wê derkeve.

                                     *****

Wek tê zanîn, her milet xwediyê maf e ku qedere xwe bi metoda xwe tespît bike. Gelek miletan qedera xwe bi çek, gelek miletan jî qedera xwe bi rêya aşitî û demokratîk tespît û tayîn kir. Bûn xwediyê dewlet.

Li Başûrê Kurdistanê jî miletê me ji bona ku qedera xwe tayîn bike û li Kurdistanê serwer/desthilatdar be, demeke dirêj şerê çekdarî meşandin. Di sala 1970yî de encama şerê çekdarî, qedere xwe tayîn û tespît kir û di çerçewaya hukmî zatî / otonomiyê de bu serwer û desthilatdar.

Hezar mixabin di sala 1975an de encama şerekî bê edalet û bê wîcdanî Otonomiya Kurdistanê hat ruxandin. Miletê kurd di bin pêşengiya Giyade Mûwaqqet ya PDKê di 26ê Gulana 1976an de dîsa dest bi Şoreşa Milî kir.

Şoreşa Milî ya Gulanê, piştî Şerê Kendavê encam da. Kurd dîsa li beşekî welatê xwe bûn desthilatdar.

Di sala 1992an de jî miletê me, li Kurdistranê yekalî û yekteref dewleta federal ya Iraqê pejirandin. Gor dewleta federal jî li Kurdistanê tevgeriyan.  Meclîsa xwe û hikûmeta xwe ava kirin. Kurdistan jî înşa kirin. Demokrasî jî wek rejimê pejirandin.

Dema ku 2003an de Rejîma Baasê ya Dîktator ji aliyê Emerîkayê û hevkarên wan yên rojava de hat rûxandin, miletê kurd ji bona dewleta federal bi her awayî amade bûn.

Ez dikarim bibêjim ku kurt, ji bona dewleta serbixwe jî amade bûn. Lewra dewleta Iraqê têk çûbû. Leşker û burokrasî nebû. Hemû dezgehên dewletê bêfonksîyon bûn. Lê dîsa jî kurdan dewletbûna xwe îlan nekirin. Xwestin bi mileteê ereb û kêm neteweyên Iraqê re qedera xwe bi awaytekî azad û demokratîk tespît û tayîn bikin.

Encama vê helwestê, makezagoneke mişterek ya dewleta federal hat amade kirin. Ji bona ku bê pejirandin, biryar hat girtin ku rêferandûm bê lidar xistin.

Di sala 2005an de rêferandûm hat li dar xistin. Encama rêferandûmê “erê” derket.

Di makezagonê de qedera Kerkûkê û gelek herêmên Kurdistanê bi refêrandûmeke taybet re hat girêdan. Hezar mixabin ev refêrandûma heta îro jî nehatiye li dar xistin.

Rêfêrandûma dewleta sertbixwe dê vê pirsê jî çareser bike.

Gor makezagonê diviya bû ku dewleta federal ava bibe. Ji bona vê jî diviya bû ku herêma, an jî li welatên ereben jî sîstema federe ava bibe. Lê erebe ev yeka nekirin. Ew jî bû sedem ku ereb xwe xwediyê hemû dewletê bibînin. Bîrkirin ku dewleta federal, dewleteke mişeterek, dewleta kurd û ereban, dewletek ne neteweyî, ne îdolojîk û ne jî olî û sinifî ye.

Loma jî piştî demekê derket holê ku dewleta federal nameşê. Divê ku ji bona dewletê modelek bê dîtin. Pêşniyara kurdan û taybetî jî ya Serokê Kurdistanê ew bû ku ji bona ereb û kurdan dewleta konfederal, ji bona kurdan dewleteke serbixwe ava bibe.

Vê xebatê demeke dirêj domand. Diviya bû ku refêrandûm ji bona serxwebûnê bê li dar xistin. Sedemên hûndir û yên derva bûn sedem ku biryara refêrandûmê dereng bike.

Di encamê de GORAN û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê ne di nav de hemû partî û rêxistinên di parlamentoyê de û li derveyî parlamentoyê biryara rêfêrandûmê girtin ku  di 25ê îlona 2017an de bê li dar xistin

Ev biryara rêfêrandûmê di derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê de, gelek girîng û dîrokî ye. Biryareke dîrokî û pîroz e.

Biryara rêfêrandûmê li hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê kêfxweş kir. Kurdan bi xurtî piştgiriya xwe nîşan dan û ev piştgiriya dom dike..

Lê beşek partî û dezgehên kurdan (Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê, PKK/PYDê) dijitî ji rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan didin. Ev helwesta şaş û ne milî dê pêşerojê de ji bona wan rûpeleke tarî û şermezarî derxe holê. Loma divê dev ji ew helwesta xwe ya ne milî berdin.

                                                *****

Kurdan di sala 2005an de bi rêfêrandûmê qedera xwe di konsepta dewleta federal de tayîn û tespît kirin. Nûha jî dîsa dixwazin ku qedera xwe bi rêfêrandûmê tespît bikin.

Lê  ereb û hikûmeta navendî diyar dikin ku biryara rêfêrandûmê li dijî makezagonê ye; ew ne rast e.

Lewra di dewletê federal de dema ku herême federe û miletekî xwest veqete, her dem dikare veqete. Li Yekîtiya Sovyetan, li Çekoslocvakyayê, li Yûgoslavyayê ev yêka bû.

Dema ku makezagona federal û reşnivîsa makjezagona Kurdistanê baş bê xwendin û şirove kirin, gelek bi hêsanî tê dîtin ku yekîtî bir îradeya terefan çewa çê dibe, wûsa jî dikare ji holê rabe.

Mafê tu kesî û dewletan (Tirkiye, Îranê, Iraqê, Sûriyeyê û dewletên din)) tune ye ku li dijî rêfêrandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê derkevin.

Peymana Neteweyên Yekbûyî, Pîvanên Wîlson, Peymanên Navneteweyî yên di derbarê mafên miletan û kêmneteweyan de, maf dide kurdan ku kurd wek milet qedere xwe bi rêfêrandûmê tayîn û tespît bike .

Loma jî Neteweya Yekbûyî piştgiriya rêferênadûma Kurdistanê dike. Dewletên demokrat yên rojava, Emerîka piştgiriya rêferandûmê dike.

Amed, 12. 06. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *