HEVPEYVÎNA TAYBET – Li Sûriyeyê çend winda hene? – Video

Berdevka Fermî ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Yasmîn Bidêr da zanîn ku di nava 14 salên borî de 35 dosyeyên windabûyiyan hatine tomarkirin ku 3 hezar ji wan zarok in.

Yasmîn Bidêr li ser bandorên şer got, “Yek ji birînên herî dijwar û xerab ên şer ew e ku mirov girêdana xwe bi malbatekê re ji dest bide.”

Wê bi gotinên “Em dizanin ku hejmara rastîn a windabûyan li Sûriyeyê ji vê gelekî zêdetir e” diyar kir ku hemû rewşên winadbûnê nayên tomarkirin.

Yasmîn Bidêrê her wiha eşkere kir ku li Şam, Hisîça û Helebê navendên wan hene û xelkê li hemû Sûriyeyê dikare bi rêya telefonan xwe bigihîne wan.

Berdevka Fermî ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Sûriyeyê û Alîkara Beşa Ragihandinê ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Yasmîn Bidêr bû mêhvana Rûdawê û wê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Rola ku Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor di çareserkirina pirsgirêka windabûyiyan de dilîze çi ye?

Yasmîn Bidêr: Yek ji birînên herî dijwar û xerab ên şer ew e ku mirov girêdana xwe bi malbatekê re ji dest bide. Ev êş û azara mezin ku malbatên windabûyî dijîn ku bi gotinan ez nizanim çawa bêjim. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor rêxistineke mirovî ye ku ji bo sivikirina azara kesên ku ji pevçûn û qeyranên mirovî ziyan dîtiye kar dike, ji ber vê yekê kaxeza windabûyan di navbera pêşîngiyan de ye û li serê pêşîngiyan e yên Komîteya Navneteweyî û me ezmûnek dirêj heye di vî warî de, ji zêdetirî 150 salan e Komîteya Navneteweyî bi hevkariya pêkhateyên din ên Tevgera Navneteweyî li ser vê dosyeyê di Sûriyeyê de kar dike.

Di 14 salên borî de me bi malbatên windabûyan re pêwendî danîn û her wiha diyaloga domdar bi hemû aliyên têkildar ên li Sûriyeyê re kir ji bo şopandina encamên mirovî û çareserkirina van encamên mirovî yên vê dosyeya girîng.

Em li Sûriyeyê van xizmetan pêşkêş dikin û wan li aliyan pêşniyar dikin, em bi hemû saziyên herêmî hevahengî û diyalogê dikin û piştgirî û avakirina kapasîteyan ji bo saziyên herêmî yên ku di vî warî de kar dikin, wekî mînak beşa tiba dadî (Saziya Giştî ya Tiba Dadî) li Sûriyeyê û her wiha Navenda Nasînê ya Sûriyeyê ku roleke girîng dilîze di hewldana nasîna hestiyan û diyarkirina nasnameya windabûyan de.

Rûdaw: Komîte çawa beşdarî belgekîrina rewşên windabûnê li Sûriyeyê dibe?

Yasmîn Bidêr: Ji bo Komîteya Navneteweyî rewşên windabûnê, her cure windabûnê bi heman awayî tê miamelekirin. Gava yekem ew e ku malbatên windabûyî xwe nêzîk bikin, çi sedemê vê windabûnê be yan nekaribûna girêdanê bi yekî ji endamên malbatê re, divê ev malbat bi Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor re li yek ji nivîsgehan me yên li hundirê Sûriyeyê re têkilî bike an jî li navenda her nêzîk ya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê û me jimareyên telefonê yên taybet kirine ku li ser rûpelên me yên torên civakî hene ji bo hêsankirina têkiliya malbatan bi me re.

Piştî vekirina pelê em bi malbatan re li têkîliyê dimînin ne tenê ji bo zanîna rojanekirin û agahiyên nû lê her wiha ji bo zanîna pêdiviyên wan û hewldana piştgirîkirina wan di vê rêwîtiya dijwar de û rawestana li kêleka wan li gorî pêdiviyên wan.

Rûdaw: Mekanîzmayên ku ji bo berhevkirina agahiyan û têkiliya bi malbatên windabûyî re tên bikaranîn çi ne?

Yasmîn Bidêr: Komîteya Navneteweyî li ser dosya windabûyan bi rêya Ajansa Navendî ya Windabûyiyan kar dike ku ev avahiyeke domdar e li hundir û girêdayî komîteyê û her wiha bi rêya toreke cîhanî ya bê mînak ku ew Tora Girêdanên Malbatî ye.

Ev tor ji 191 komîteyên neteweyî, şandeyên Komîteya Navneteweyî û her wiha Yekîtiya Navneteweyî ya Xaça Sor û Heyva Sorê pêk tê û li dora cîhanê belav e û em her wiha bi rêya vê torê li Sûriyeyê kar dikin û bi hevkarî û hevahengiya bi hevalbendê me Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê re hewl didin bersivên pirsan ên derbarê çarenivîsa windabûyan bibînin û bi taybetî hewl didin piştgirî û rawestana li kêleka malbatên windabûyî di vê rêwîtiyê de bikin.

Rûdaw: Bi hemû parêzgeh û herêmên Sûriyeyê re kanalên we yên pêwendiyê hene?

Yasmîn Bedîr: Wekî ku min anî ziman erê jimareyên taybet hene ku malbatên ku girêdana bi yekî ji endamên xwe re ji dest dane dikarin bi Komîteya Navneteweyî re li her cihê ku lê dijîn li hundirê Sûriyeyê têkiliyê bikin, dikarin bi rêya jimareyên ku me taybet kirine têkilî bikin an jî serdana navenda herî nêzîk ya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê bikin, erê me nivîsgeh di gelek parêzgehan de hene û her malbatek dikare bi me re têkilî bike û em malbatan teşwîq dikin ku bi me re têkilî bikin.

Rûdaw: Hejmara nivîsgehên we çend e û li kîjan parêzgehan in?

Yasmîn Bidêr: Tomarkirina rewşên windabûyan bi rêya jimareyên taybet dibe wekî ku min got, her wiha me nivîsgeh li Şamê, Hisîça û her wiha Helebê jî hene û wekî ku min anî ziman gelek şaxên Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê jî hene ku dikarin rewş bi wan re jî werin tomarkirin.

Rûdaw: Li gorî amarên we hejmara windabûyiyan li tevahiya Sûriyeyê çend e? û rêjeya zarok û jinan ji wan çend e?

Yasmîn Bidêr: Di 14 salên borî de Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor zêdetirî 35 hezar rewşên kesên windabûyî tomar kirine û îro me 30 hezar dosye hene ku hîn vekirî ne ji bo rewşên windabûyî.

Dema ev rewş hatin tomarkirin zêdetirî 3 hezar ji wan zarok bûn. Em dizanin ku hejmara rast a windabûyan li Sûriyeyê ji vê gelekî zêdetir e. Ev tenê ew malbatên in ku xwe nêzîk kirin û bi Komîteya Navneteweyî re têkilî danîn û li vir ez dixwazim bibêjim ku windabûyî li Sûriyeyê tenê jimare nînin, li pişt her kesê windabûyî malbateke temam, malbat û evîndar hene ku bi sebir li bersiyan li bendê ne û van malbatan mafê zanîna çarenivîsa evîndarên xwe heye û divê piştgiriya giyanî û derûnî û piştgiriya madî ji wan re were dayîn çimkî ew bi rewşeke gelekî dijwar û azareke mezin re derbas dibin wekî ku min di destpêka hevdîtinê de anî ziman.

Rûdaw: Rêyên hevkariyê bi Desteya Windabûyiyan ya Sûriyeyê re ku behsa avakirina wê nû tê kirin çi ne?

Yasmîn Bidêr: Ji xulekên yekem ên ragihandina biryarê serokatiya Sûriyeyê ya avakirina komîteya neteweyî ya windabûyiyan, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bi awayekî mezin bi vî biryarî kêfxweş bû, em wê wekî biryareke gelekî erênî dibînin û gaveke yekem ber bi rêya dîtina çareseran û bersivan ji bo malbatên windabûyan û em xizmetên xwe pêşkêş dikin û xizmet û ezmûnên xwe li dezgehan pêşniyar dikin û li ser pêbendbûna xwe ya piştgirîkirina malbatên windabûyî dimînin.

Em hêvî dikin ku ev komîte, komîteya neteweyî hemû aliyên têkildar ên li Sûriyeyê kom bike û li serê wan malbatên windabûyî û saziyên herêmî û navneteweyî yên li Sûriyeyê hene ji bo komkirina hewldan çimkî erk gelekî mezin e û pêwîstiya bi vê komkirinê û hevahengiyê û guhertina baweriyê di navbera hemû aliyên têkildar û hemû dezgehên ku li ser vî dosyeyê li Sûriyeyê îro kar dikin heye.

Rûdaw: Sînorên parvekirina amaran û agahiyan di navbera her du aliyan de bi awayî ku nehênî û maf were parastin çi ye?

Yasmîn Bidêr: Bi giştî û wekî qaideyeke giştî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor dane yan agahiyên kesî yên windabûyan an malbatên windabûyan parve nake an eşkere nake tenê piştî standina razîbûna wan û bi şertê ku ew ji bo armanceke mirovî ya zelal û diyarkirî be.

Rûdaw: Astengiyên herî girîng ên ku li pêşberî karê komîteyê di vî warî de ne çi ne?

Yasmîn Bidêr: Pêvajoya lêgerîna windabûyiyan pêvajoyeke gelekî tevlihev e ku pêwîstiya bi sebirê heye û demeke dirêj û hewldanên gelekî mezin dixwaze ji ber vê yekê wekî ku min di destpêkê de got roleke mezin e ku bi rêxistinekê bi tenê nayê kirin lê komkirin û berhevkirina hewldan tişteke gelekî girîng e her wiha wekî ku min anî ziman di vê rêwîtiya dirêj de di rêwîtiya lêgerînê de malbatên windabûyan pêwîstiya bi piştgiriyê heye û ev me dibe pirsgirêka an astengiya çavkaniyan.

Pêwîstiya mezin bi çavkaniyên darayî, madî, ezmûnan û kedroyên û pergalên nûjen heye ji bo kar li ser vê dosya girîng. Zehmetiyên ku beşa tiba dadî li Sûriyeyê rû bi rû ye jî hene, ew pêwîstiya bi çavkaniyên madî û kedroyên mirovî yên perwerdeyî û ezmûnan heye û em di Komîteya Navneteweyî de pêbend in ku alîkarî û piştgiriya vê beşa Sûriyeyê bikin, wekî ku min anî ziman em rasterast piştgiriya Navenda Nasînê ya Sûriyeyê dikin bo nimûne.

Astengiyên têkildarî tomarên fermî, tomarên jiyanê yên ku dibe ku agahiyên gelekî girîng tê de hebin û dibe ku van agahiyan di gihiştina windabûyan de alîkar bin wek tomarên nexweşxaneyan, tomarên binçavkirinê carinan di gihiştina van belgeyan de zehmetî heye û divê ew ji zirarê an xisarê werin parastin û li ciheke ewle werin danîn.

Mijara gorên ku dibe hebin û gorên komî jî heye ku rûfatêb windabûyan lê ye divê term bi awayî ku bi standardên tiba dadî re lihev e werin derxistin û divê van goran biparêzin û rê li berî destdirêjiya li van goran were girtin.

Hemû ev astengî îro li pêşberî peleke girîng ku dosya windabûyan ye rawestiyane lê em di Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor de piştrast dikin ku em hîn li ser vî dosyê kar dikin, em hîn li kêleka malbatên windabûyan ne, em ê ji lêgerînê rawenestîn hûn wekî ku hûn ji wê rawenestîne em li kêleka we ne û em îro bi bîr tînin ku me ezmûnên zêdetirî 150 salan hene û me serkeftinên mezin bi dest xistine di çarçoveyên cihê de heta piştî derbasa dehsalan em karîbûn çareser ji bo malbatan bibînin.

Rûdaw: Pirseke kesî ji te dipirsim, tu wekî jinak di Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor de salên dirêj li ser çîrok û rewşên windabûnê kar dikî, kîjan rewşê herî zêde bandorê lê te kir û di hişê te de ma?

Yasmîn Bidêr: Gelek çîrokên gelekî bandorker hene ku min ji hevkarên xwe yên ku di dosya girêdanên malbatî de kar dikin guhdarî kirine, çîrokên serkeftinan û wekî ku min anî ziman em li daneyên kesî nanerin lê ez behsa çîrokên serkeftinan dikim ku dema li kombûna malbatê tên ragihandin.

Yek ji tiştên ku herî zêde bi bîr dikim û bandorê lê min dike ramana ku di dema şer de malbat dikarin di çend xulekan de belav bibin bi wateyê ku dayîk dikare bi malbata xwe re be û di çend xulekên de di tevliheviya şer de girêdana bi yekî ji zarokên xwe re ji dest bide û ev tişteke tirsnak e û ez her tim bi bîr dikim. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *