HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÃŽ 107 BARHILGIR DERBASÃŽ ROJAVA KIRIN

Hevpeymaniya Navdewletî di îlonê de bi sedan ji barhilgirên çekan derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine û her wiha li gel HSDyê perwerdeyên leşkerî û operasyonan li dijî DAIŞ’ê dewam dike.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir, hevpeymaniyê di îlonê de 107 barhilgir û 3 balafirên çek û cebilxaneyan derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her wiha li gorî rêxistinê Hevpeymaniya Navdewletî 4 perwerdeyên leşkerî li baregehên xwe bi tevlîbûna endamên HSD’ê pêk anîne.

Rêxistinê diyar kir, hevpeymaniyê û HSD’ê 5 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û di encamê de 22 çekdar girtine. (C8)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *