”Dildarê kenê te”
Mehmed Dehsiwar
Ezîza min, ji ber çi nizanim, lê ez wê di dilê xwe de, di kûrahîya hundirê xwe de vedişêrim. Ne dikarim navê wê bi lêv bikim, ne jî ji wê kûrahîyê derxim û eşkere bikim. Mîna ku ez wê eşkere bikim, ew ê efsûnîya wê nemîne û her tişt an ku xweşbînî, dilpakî û dilovanîya evînê bi dawî were. Belê, kûrahîya dilê min û nihênîya wê bi hebûn û livên çavên şêrîn hatîye rapêçan; carê xwe tev dide, mîna kevokeke ku ji nav qefesê bifire û azad bûbe dilive. Lê dema fêm dike û hay lê dibe ku çiqas dilê min diguvêşe û agir pê dikeve, şerbikê ser milê xwe bi ser birîna min ve dadike û nahêle birîn bisoje.
Ger ev evîn û dildarîya ku hundirê min disoje nebûya, ew ê rê neda xwepêşandanên dilbikovan û nebûya sedemê xem û xeyalên bêdawî û sergirtî. Ne şor û peyvên efsûnî û ne jî liv û tevgerên fedîyokî dikarin kula dilê keribî aşt bike û bihêle ji dewsa xwe neferqize. Na dayê, ev naşibe evîna çîrokên dengbêjan. Di wan de tiştekî bi dizî û veşartî tunebû, her tişt li meydanê bû û eşkere diqewimî. Ne çavên reş û belek ji dildarê xwe dûr bûn, ne jî liv û tevgerên kelecanî serpûşkirîbûn.
Delalê dayê, ez bi rohnîyeke loş di destan de li kolanên reş û tarî bihost bi bihost digerim ku bikaribim rûyê şêrîn û xemrevîn bibînim. Rûyê efsûnî ku min bi dilê şewitî hêvî dikiri ku şewq bide û pêşîya min di şevtarîya nîvê şevê de rohnî bike, di bin heyva sergirtî de wenda bûye û ji ber çavan pir dûr e. Hewildanên xîretkêş û tevdanên biwestan jî têrî dîtina rûyê bedew û bejna rihanî nakin. Bekoyê ku bûye sedemê vê xemgînîyê naşibe Bekoyê Ewan. Ew ketîye rengekî têkel û guhertî, bûye bar û asteng, bûye xem û xeyalên têkel û rê li hêvîyên xweser û serkeftî dane girtin. Ne qêrîn û hawarên dilsoz tên bihîstin û ne jî liv û çalakîyên watedar dikarin pêşî lê vekin. Gelo ew ê hêvîya qewîn û bawerîya bêsînor bikaribe rê li ber van astengîyan bigire û xem û xeyalên têkçûyî nêzîk bike? Ew ê dem û zeman nîşan bide…