Hestên min li ser hilbijartinên Parlamentoya Mêtinkar ya Tirk

Hestên min li ser hilbijartinên Parlamentoya Mêtinkar ya Tirk

B Baran

Gelo kurdek wê bi çi armancê here ser van sindoqan û kesekî li ser navê xwe bişeyîne vê Parlamentoyê!

Ez hestên xwe bi çend rêzan û kinûkurt bêjim!

Gelo kurd li ser navê partîyek kurd û kurdistanî dikevin van hilbijartinan! Dibe ku haya meriv jê nebû ye ku mêtinkarî rabû ye, kurd û Kurdistan hatîye nasîn û parlamentoyek hevbeş heye, kurd bi xwe Kurdistanê birêve dibin û diçin wê parlamentoya hevbeş, li ser navên me kurdistanîyan qanûnan derdixin(!)!!

Gelo ew Parlamentoya mêtinkar hebûna neteweya kurd pejirandî ye! Kesên ku daxwaz ji kurdan dikin ji bona wan bibijêrin, ew bi xwe, bi haweyek vekirî dikarin xwe temsîlkarê neteweya kurd jî bidin nîşandan!?

Gelo wê herin Ankarayê, li ser navê neteweya kurd wê ew sonda nijadperest bixwînin û bêjin bi şeref û namûs em bi yekîtîya Tirkîyê re ne û di xizmeta vê dewletê de ne?!!

Gelo wê hinek kes li ser navên me bibin desthilatdarên vê dewleta mêtinkar û destûr yasayan ji binî ve biguherînin!?

Bê guman na! Ne yek ji wan jî!

Wê gavê wek kurdek çima ez herim ser van sendoqên hilbijartinên Parlamentoya Mêtinkar!? Çima ezê dengê xwe bidim vê Parlamentoya ku min nasnake!? Çima ezê bi îradeya xwe DADWERÎYA WÊ PARLAMENTOYA MÊTINKAR bipejirînim!

Bi ya min baştir ew e ku gelê kurd bi tevî hemî Kurdistanîyan ve vê Parlamentoyê protesto bikin û bêjin Mêtinkar û dezgeyên mêtinkarî me temsîl nakin! Ew li Kurdistanê, ne yasayî ne!

Parlamentoya ku Kurdistanê û neteweya kurd nasneke, gereke em kurd jî, ji bona rêvebirina wê nebin şirîk û pêlik û tu kesî jî neşînin wê Parlamentoyê!

Gereke em kurd hêvîya xwe li ser yekkirin û geşkirina hest û helwestên neteweyî ava bikin, ne ku berê xwe bidin Ankarayê! 29-10-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *