Hespê Felekê

Cano Amedî

Dîroka nêzîk, daye îspatkirin ku milletê kurd di warê têkoşîna netewî de xwedî tecrube, trajedî û pratîkek dewlemend e!

Ev dîrok bi berxwedan, Serhildan, têkçûn, xapandin, bêtifaqî, dijberî, şerê navxwoyî û bi şêweyên îdeolojîk hatiye neqişandin.

Hişmendî û bertekên Kurdewarî pirî caran bi destê dagirkeran ve hatîye dorpêç kirin, bê aqûbetî û berjewedîyên kesayetî, grûbî rê li ber travma û trajedîyan xweş kirîye.

Ji ber ku dewletên dagirker bi ruhê peymana Sadabadê tevdigerin ev dused sal zêdetire bi gen û tevna civatê dileyizin, dîzayn dikin û ji xwe re hevalbendan amade dikin. Ev Operasyonên hanê bi kirasê îdeolojîk tên meşandin.

Di demsalên têkçûn û fetisandinê de, bayê desthilatdar her tim rê li ber nêrîn û şîroveyên cûda digire û siyasetek çavsoriyê derdixe pêş. Rexne, îtîraz, pirs û bersîv tên qedexe kirin, bîat, îttîhat li ser civatê tê ferz kirin.

Dewletên dagirker bi aqlê dewletê tevdigerin, gav davêjin, siyasetê dizayn dikin. Berjewedîyên xwe, desthilatdarî û hebûna xwe li ser înkar, îmha û tunebunê didomînin. Di demên tengasîyê de jî mekanîzma dîyalogê dixin rojevê. Çend “şekirên qulpikî” çend gotinên efsûnî, bi rêya lîrandinê pêvajoya xapandinê dimeşînin. Ev jî hikmeta aqlê dewletê ye.

Li hemberî vê hişmendîyê, li taxên kurdî, ne aqlê dewletbûnê heye, ne jî hişmendîya netewî heye. Aqlê kurdî, hişmendîya netewî û berjewedîyên milî di demsala zivistanê de maye.
Armancên hevbeş, stratejîk û netewî li gorî plansaziya hedefên nêzîk, hedefên navîn û hedefên dûr yên stratejîk tê meşandin. Gava tifaq û hevkarî jî li gor wê plansaziyê bê meşandin, bersîvdayina pêvajoyên dijwar hêsantir dibe. Lewra hêza hişmendîya netewî, sînerjîyek milî, piştgirî û enerjiyek xurt dide têkoşîna netewî. Gava hemû beşên civatê berjewedîyên xwe di bin sîwana netewî de bibînin, wê gavê destê dîyalogê xurtir dibe û daxwazên netewî derdikeve pêş. Ev jî di nav civatê de bîrûbaweriyên kûr û germ geşdike.

Lê mixabin, ji ber ku qalibên îdeolojîk, hînbûnên dema şerê sar, nerîn û ezberên çargoşe, nexweşîya ego û ezîtîyê rê li ber hişmendîya netewî asê kirîye û îro jî didome.
Armancên netewî pirî caran bûye û dibe qurbana armancên kesayetî û partîzanî.

Ev siyaset jî rê li ber berjewedî û tifaqakên demkî, menfeatên rojane vedike. Şûna hewldanên stratejîk de; hewldanên lîrandinê, xweşkirinê, çêrandinê û menfeatên şexsî/komî derdikeve pêş. Ev jî encamên siyaseta makyavelist e!
Hişmendîya “do do bû, îro îro ye” di heman demê de dibe parêzname û fetwa hewldanên hemû xirabîyan.

Ji ber ku di warê rêxistinbûyin û hişmendîya netewî de em ne lihevkirî û ne amade ne; fersendên çêdibin em nikarin jê sûd bigirin. Gotinek kurdî heye: Hespê Felekê ji sedsalî carekê di ber derîyê mirov re derbas dibe, yên amade ne suwar dibin, digihîjin armancê xwe. Yên ne amade ne jî baca xwe didin.

Her derengîyek an bêtifaqîyek rêya me dirêj, barê me giran dike. Ev nexweşîya hanê sed sal zêdetir e didome; bi aso û pêşbinîyên rojane herkes di kozika xwe de dest davêje şûr û mertalan, bi tîr û kewanan dest bi êrîşan dikin.

Gelo milletê Kurd wê cardin li benda hêviya hatina Hespê Felekê bisekinin an jî wê rota dahatûya qedera xwe biguherînin? Bersîva vê pirsê jî di kûrahîya naveroka paradigmaya îro rojevê tayîn dike de veşartiye. 13.03.2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *