Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 7ê Tebaxê serdana Şam a paytexta Sûriyê kir û ligel Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera civiya. Di civînê de, mijara YPG/HSDê jî hate rojevê û Hakan Fîdan ew wekî gefeke ewlehiyê li dijî Tirkiyê nirxand.
Fîdan li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Esed Hesen Şeybanî ve hat pêşwazîkirin û piştre ji aliyê Ehmed eş-Şara ve hate qebûlkirin. Di civînê de, geşedanên ku di 8 mehên borî de di têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê de di warên cuda de çêbûne hatin nirxandin û li ser xurtkirina hevkariya dualî hat rawestîn. Herwiha girîngiya xebatên ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê û vejandina welêt hat destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê, hevkariya di navbera her du welatan de ya di warê têkoşîna li dijî rêxistinên terorê, bi taybetî DAIŞ û PKK/YPG ango HSD hate nirxandin.
Herwiha di civînê de kiryar û daxuyaniyên Îsraîlê yên ku ji bo aramî û ewlehiya hem Sûriyeyê û hem jî herêmê gefan çêdikin jî hatin nîqaşkirin. (PK)


