Hakan Fîdan: HSD dijminê sondxwarî yê Tirkiyeyê ye

Hakan Fîdan ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) “dijminê sondxwarî” yê Tirkiyeyê ye û nabe rê bi çalakiyên wan bê dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê rojevê de ji rojnameya Financial Timesê re axivî.

Fidan li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha got:

“PKK/YPG navê HSDyê bi kar tîne û dijminê sondxwarî yê Tirkiyeyê ye.

Nabe rê bi çalakiyên rêxistina terorê bê dayîn.”

Fîdan got ku ji bo “çareserkirina mijara PKK/YPGyê” dixwazin şans bidin rêveberiya Şamê û eger pêwîst bike Tirkiye dikare birêvebirina kamp û girtîgehên DAIŞî û malbatên wan ên di bin kontrola HSDyê de wergire.

Fîdan derbarê tekoşîna li dijî DAIŞê wiha anî ziman, “Mijara îstixbarat û hêza asmanî ye.

Ji ber wê jî eger em wekî cîranên Sûriyeyê karibin platforma xwe ya herêmî ava bikin, dema ku Amerîka vekişe jî em dikarin tekoşîna li dijî DAIŞê bidomînin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *