Demek e ku ji alîyê karwanên HDPê ve li ser “Yekîtiya Neteweyî ”bangawazî têne kirin. Karwanên HDPê li gel çend pêro û rêzikên “kursîperwer” di nav milletê kurd de, dest bi bangaşanek bêpayan kirin e, ku goya ew li du avakirina “yekîtiya neteweyî” ne.
Bêguman “yekîtiya neteweyî” bi hevkariya hêz û aliyên neteweyî, bi kes û kesayet û rayedarên niştimanperwer û neteweyî pêk tê. Ew kom û karwanên ku ji roja 5ê mehê li Amedê bi dawuyaniyek ragihandine ku ew ê “yekîtiya neteweyî” pêk bînin; piraniya wan hêzên ku bernameya wan ne neteweyî ne.
Ew rêxistinên bi ser HDPê ango xwegirtên HDP; dibêjin ku “em ne rêxistinên kurdewar in.” HDP dibêje “Ez Partiyeke Tirkiyeyî me”, “Ez parêzgerê unîteryayê me”, “Ez ne partiya kurda me”, “Ez parêzgerê welat û al û dewletek yekîne” me.
Lê balkêş e ku heman HDP dema ku ji aliyê siyasetê ve dikeve tengasiyê; kopalê “kurdayetiyê dide destê xwe û her wekî ku ew partiyek kurdewar be, tevdigere. HDP vê yekê ji xwe re kiriye adet. HDP û piştevanên wê, bêşik, di warê kiryarên ferasetê de, hosta ne. Ew bi hostayî feraseta gel xera dikin û ava dikin.
Hinek rêxistin û komikên din jî henin ku dengê defa HDPê ji kîjan alî ve we re, pêre, berê xwe didin wî alî. Bi taybetî di wan demên ku pêşna hilbijartinan tê de. Ev komik, berjewendîperest û “kursîhez” in. Xwe li ba HDPê şîrin dikin ku HDP endametiyek, mixtariyek yan mebusiyek bi de wan û wan bigêjîne mexseda dilan. Ew kes û kom, ku hê di nav xwe de nekarîne “yekîtî” û “yekdengiyek” saz bikin, çavên xwe berdane sazkirina “yekîtiya neteweya kurd”. Ev xeyalê wan xeyalê xam in. Ew di gola şîlo de, avjêniya masiya dikin. Tu ru û siyaneta wan di nav millet de nemaye. Hêzperestî û evîndariya wan a HDPê zu bi zu na qede. Ewân qerarê xwe daye. Ew wê her dem sergovend û destmalhejên HDPê bin. Rastiyên jiyanê dane nîşan ku, hetanî ew xwediyê xwe û vî aqilî bin; tu xêr û bereket di rêya saz kirina “yekîtiya neteweyî” de ji wan nayê. Derdê wan ne serfirazi û serxwebun û azadiya kurd û kurdistanê ye.
Helbet bi hêz û kesên ku jı dil ne neteweperestin re “yekîtiya neteweyî” pêk nayê.
Ev gale-gal û bangeşana ku serkêşê wê HDP û tayfa HDPê ne, li ser rêya “yekîtiya neteweyî a jidil” hetanî îro, astengên mezin ava kirine. Mebesta wan ne bidestxistina statuyek siyasî an azadiya kurdistanê ye.
Ev helwest renge ku amadekariya xendeqên siyasî dike.
Ya ku HDP û tayifa HDPê, û kom û kulfetên rêwengiya rêya nerewa qal dike, nikare pirsa kurd û kurdistanê çareser bike, her wiha ji bo milletê kurd statuyek peyda bike. Ew nikare di rêya bidestxistina mafên kolektif (hevpar) yên miletê kurd de, biryarên mayende bi rê ve bibe û bigêjîne armancê.
Miletê kurd rê nade van xendeqên siyasî.
Pirsa kurd û Kurdistanê, pirsa heq û hiqûqê neteweyeke dorpêç kiri ye. Ev dozeke mehqûl û bisiyanet e. Heqê tu komekî nîne vê doza bi rumet, mirdar bike. Rêxistinên ku bi salan bi “aidiyeta neteweyî” a miletê kurd leyîstine, bi çî rûyî derdikevin pêşberê miletê kurd û behsa “yekîtiya neteweyî” dikin. Ya wan hebe tunebe “ reşkirin û xerakirina yekîtiya hêzên niştimanperwer”e. Ew çaverêyê hilweşandina hikumeta federal a herêma başûrê kurdistanê ne. Ew çeverêyê xirakirina feraset û bîr û raya kurdayetiyê ne.
Lazime were zanîn ku ji aliyê HDPê û her wiha karwanê pêro û evîndarên HDPê ve, tu pêşniyarek di vî warî de, ji HAK-PARê re nehatêye kirin. Lewra dinya alem baş dizane ku HAK-PAR ji berê ve deriyê xwe ji van pêşniyarên pûç û vala û bêbawer û bêcidiyet re heta dawiyê qaîm girtiye.
Ji îro û pê da jî; eger ji aliyê vi karwanî ve bangek wiha we re jî, HAK-PAR bi hiç şîweyek di nav wî karwanî de, cih nagre. HAK-PAR, nabe hevalbendê nexêrxwaza.
HAK-PAR tenê di hevkariyên xêrxwaz de cih digre. Em, helwest û armanc û siyaset û rê û rêça HDP û pêroyên HDPê a di vî warî de, bawerpêker û xêrxwaz nabînin.
Lewra eşkereye ku “yekîtiya neteweyî” li ser asasa parastina mafên neteweyî, bi bernameyek neteweyî/kurdî û kurdistanî bilind dibe, xurt dibe.
Kes û hêzên ku pêşniyara “yekîtî” an “tifaq” a neteweyî dikin pêş hemu tiştî gereke secereya wan paqij be. Dilxwaz û dilvanên yekîtiyê lazime jidil û bawerpêkirî bin. Maf û berjewendiyên şexsê xwe û rêxistina xwe serdestê berjewendî û mafê miletê kurd nebînin.
HAK-PAR ji bo pêkanîna hevkariya hêzên niştimanperwerên rasteqîn çi lazime wê bike.
Rêya HAK-PARê, rêya xêrxwaz û rewa a milletê kurd e.
NIVÎSÎNGEHA RAGEHANDIN Û ÇAPEMENIYA PARTIYA MAF Û AZADIYAN / HAK-PAR
Hak ve Özgürlükler Partisi / HAK-PAR:
‘’Ulusal birlik ulusal güçlerle mümkün olur”
Son günlerde “Ulusal birlik, Ulusal İttifak” gibi çağrıları sıkça duymaktayız. Gerek Rojava’da gerekse de Rojhılat’da ki gelişmeler ve bu gelişmeler karşısında Kürd halkının yalnızlaştırılması, Kürd karşıtı nizamın Kürdve Kürdistan gerçeklerini karartmaya çalışması sonucunda Kürdler bir kez daha anladı ki, Kürd halkı acımasız bir çember içinde sıkışmış durumdadır.
Başını HDP’nin çektiği bu birlik bandosunun çağrısına halkımız yabancı değildir. HDP ve onun arka bahçesindekiler ne zaman ki siyaseten bir daralma yaşarlar, hemen ulusal birlikten söz etmeye başlarlar. Bunu geçmişten bugüne dek hep yaptılar. Ne var ki bu kesimler, soluk alıp toparlandıktan sonra da bu talebi bir kenara fırlattılar. Bu nedenle HDP patentli ulusal birlik çağrılarının sonuç alacağına inanmak saflıktır.
Ulusal birlik ulusal güçlerce gerçekleştirilir.
HDP kendisini “Türkiye Partisi”, “ortak vatancı, ortak devletçi ve ortak bayrakçı” ilan etmiş, “üniter devlet yapısını” savunan bir parti olduğunu defalarca dile getirmiştir. HDP’nin kendisi, “Kürd” partisi olmadığını dile getirmektedir. Bu durumda HDP’nin “Kürd ulusal” birliğinde ısrarını hayra yormamak lazım. Bu istemin bu kez de siyasette hendekler açmayacağına dair kim güvence verebilir.
HDP, bütün Kürd siyasi çevrelerine çağrı yapıldığını dile getirmektedir. Oysa ki, bu meyanda bugüne dek ne HDP’den ve ne de ona tutunarak, ona eklemlenerek siyasal hayatlarını sürdürmeyi uman herhangi bir kesimden HAK-PAR’a bir görüşme talebi ya da çağrı ulaşmamıştır. HAK-PAR zaten başından beri bu çevrelerin birlik konusundaki çağrılarını samimiyetten uzak bulduğu için bu çağrılara ve oluşumlara kapılarını kapalı tutmaktadır.
HAK-PAR yurtsever ve demokratik güçlerin güç birliğini önemsemekle beraber, ulusal bir program ve anlayışa sahip olmayan kesimlere itibar etmemektedir.
Ne HDP ve ne de onun etrafında birikmiş kesimler Kürd Ulusal Birliği konusunda samimi değillerdir. Çünkü onların bu anlamda secereleri düzgün değildir.
Bu çaba olsa olsa “Ulusal birlik” adına Kürdlerin güneyde kazandığı kazanımları berhava etmeye, Kürdleri bir kez daha birlik esprisi ile götürüp dönüşü olmayan çıkmaz yollara sürmeye, Kürd halkının soylu ulusal demokratik taleplerini dejenere ederek, kollektif ve ulusal haklarından uzaklaştırmaya, Kürd halkının kaderini egemenlerin insafına terk etmeye hizmet edecektir.
Başını HDP anlayışının çektiği bu çaba halkta karşılık bulmayacaktır.
Kendi kişisel ve örgütsel çıkarlarını ve geleceklerini, Kürd ulusunun ulusal çıkarlarından ve geleceğinden önde gören kişi ve kurumların birlikten anladıkları şey olsa olsa onların çıkarlarının etrafında birleşmek olur, onlara taze kan devşirmeye yarar. Bu da Kürdlerin özgür geleceğine yeni bir şey katmaz.
Henüz kendi aralarında birlik kurup barışık yaşamayı becerememiş kimi kesimlerin, HDP politikalarından umar bulmaya devam etmesi ve bu konudaki ısrarcı tutumu ise, onları giderek halktan soyutlamaya götürecektir.
Kürd halkı Ortadoğu’da bir hukuk mücadelesi sürdürmektedir.
Kürd halkı siyasal bir statü kazanmak için yüz yıldır mücadelesini sürdürmektedir. Hiç kimsenin Kürdleringeleceği ve kaderi ile oynama hakkı yoktur. Kürd Ulusal Birliği’ni gerçekleştirmek ciddi örgütlerin ve kişilerin işidir.
Ulusal birlik değerlidir, günü kurtarma politikalarına kurban edilemez.
HAK VE ÖZGÜRLÜKLER PARTİSİ / HAK-PAR-BASIN BÜROSU