GUHERTİNA CİVATAN Û BAYÊ BİHARA EREBAN

Îro li rojhilata navîn demên dîrokî û mercên zêrîn didome. Li hinek welatên Ereban qeyranên civakî  pêk hatin û hêjî bi bayek dijwar berdewame. Ev pêlên qeyranê bi xwe re guhertinên dîrokî  û aktorên nû dixe rojevê. Li gellek welat û di nav netewan de hêzên guhertinxwaz bi rê  û rêbazên cûda, projeyên balkêş di derheqê çareserîyê de pêşkêş dikin. Ji ber alozî û gengeşîyên bi salan di bin zilma dîktatoran de, Jiyana wan, daxwaz û helwestên wan di bin bandora tirs û zilmê de rizî û genî bûye. Niha ba û bahozên li heremê didome pêlên hêvîye  xurt dike û gelên rojhilata navîn ji xewa salan şiyar dike. Dawîya guhertinê wê çava be, ji niha ve mirov nizane. Lewra li rojhilata navîn guhertina civatan  pirî caran ne bi awayekî sirûştî pêk tê. Şûna rêxistên sivîl de aktör milîtarîst serkêşîyê dikin. Êncama guhertinan jî dibe dergûşa dîktatoran pirî caran.

Bayê bihara Ereban di demek kinde bandora xwe li seranserê erdnîgarîya welatên ereban de nîşan da û di nav dewletên Ereban de pefçûn û gengeşî dest pê kirin. Di nav hinek civatan de bayê guhertinê  bandora xwe zêde nîşan dide. Lê li hinek  welatan de jî weke erdhêjekî civatê serûbin dike û pirsgirêk û nakokîyên di bin palasê de hatibû weşartin radixe ber çawan. Pirsgirêka wan her diçe dibe pirsgirekek navnetewî û her diçe konên derewan hildiweşin.

Li welatê me jî ba û bahoz tu car kêm nebûye û xuyaye wê demek dûr û dirêj bidome. Lewra ji xencî xwînmij û dagirkeran her tim xulam, xwefiroşk  û keşmerên li gor daxwaz û berjewenîyên dagirkeran helwest digirin û dixwazin qeyranên civakî li dar xin.  Aktor û lîstîkvanên  dewletên dagirker-an ji bo rolên xwe yên cahşitî veşêrin dixwazin rewşa dewletên ereban û rewşa başûrê Kurdîstanê wek hev dîşan bidin û  ji xwe re hevalbendan peyder bikin. Em hemû dizanin ku îro li başûrê Kurdîstanê demokrasî û pir dengî-pir rengî  heye. Ji ber wê tolerans û bînfirehbûna civata Kurdîstanê ye ku hinek alîyên xêrnexwaz û hevalbendên xirabîyê  dixwazin bi nîrx û destpêketîyên Kurdîstanê bileyizin. Lê bi rastî ew der û dor him  xwe him jî  xwedîyê xwe dixapînin. Gelê Kurd tu carî wê rê nede hevalbendê xirabîyê  û fesadîyê. Ew her çiqas li dijî berjewendîyên Kurdîstanê helwest bigirin jî nikarin pêşî li lêhîya netewî bigirin. Îro gelê Kurd di mînaka Başûrê Kurdîstanê de dît ku gelê Kurd li ser axa xwe dikare xwe îdare bike û dikare mafê desthilatdarîyê bigire. Ev deh sale jî bi pir rengî û pir dengî li rojhilata navîn ji bo hemû gelan, Kurdîstan  bûye warê demokrasî û aramî yê. Wê rastîyê dost û dijmînê gelê Kurd hemû dizanin û tînin ziman.

Em dibînin ku kesên xwedî misyon ji bo civata Kurd bi tevizînin  (manîpule bike) weke bendava avê di hemû deman de pêşî li hewldanên çareserî û hêvîya dewletbûna Kurd digirin. Dibêjin ku dema “dewletbûna netew” derbas bûye, ji bo Kurda dewlet pêwîst nîne. Em li hemberê “dewletbûnê ne” Ji alîyekî din de jî parlementer û berpirsîyarên wan dibêjin ku “tu problemê me bi sînor û bi alê re tune ye.” Bi gotinekî zelal ev biraderên hanê dibêjin em ne li hemberê al û sînorên dagirkerane, em li dijî dewletbûn û azadbûna gelê Kurd in.  Mixabin ev kesên hanê weke reqasên serê  govendê pêşîyê hêvîyê germ dikin û dûre bi bayê bêhêvîtîyê hêvîyan vedimirînin. Di hemû deman de beşna xwe dihêjînin lê dawîyê de her tiştî serûbin dikin û  dixwazin pêşî li gera azadî yê  digirin.

Îro hemû dinê dizane ku gelê Kurd yên herî kevnare ên Rojhilata navîn e, navê welatê wan Kurdistane û ji alîyê çar dewletan ve hatiye perçekirin. Di hemû deman de ji bo desthilatdarîya xwe serî ne tewandîye û ketîye nav tekoşînek pir dijwar. Gellek êş û elem dîtîye û hêjî dibîne. Em hemû dizanin weke hemû gel û netewan, mafê kurdan heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bikin, ew bi vîna (îradeya) xwe ya azad biryarê bidin ku ew bi dewletekê re bimînin, yan dewleteka xwe ya serbixwe ava bikin. Ev maf, mafekî suruştî yê û yê hemû netewan e! Ewqas mafekî eşkere ye ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, di gelek peymanên navneteweyî de, heta destûrên gelek welatan de hatiye qebûlkirin. Niha mafê tu hêz û kesayetan tune ye ku li ser navê netewekî biryar bide an ji wî dev jê berde. Hêzbûn û xurtbûna demê tiştekî îzafîye. Lê mafên netewî û gelemperî esasî ye. Biryara mafên netewî di şert û mercên azad de,  bi vînek azad û di atmosferek azad de tê girtin. Armanca min di vê nivîsê de ne minaqeşekirina mafê  û dîroka gelê kurd e! Gelê Kurd îro bi demek dîrokî re rû bi rûye. Gelek fersend û mercên zerîn ketîye dest û hinek îmkanên çareserîyê radixe ber çawan. Divê partî û rêxistinên Kurd, vê demê nekin kurbana berjewendîyên xwe. Çarek din li ser stratejîyek netewî ji bo desthilatdarî û azadîya kurdîstanê sîyaseta xwe bi guherînin. Li ser pergalên mafê netewebûnê û bi zimanekî nûjen doza dewletbûn û azadîya xwe bikin. 28.02.2014

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *