GOG Wêneroman

Romana xêzan ya zarokan bi Kurdî

ÇIMA GOG?

GOG, navê lîstikeke zarokên Kurda ye. GOG, navê xwe ji vê lîstikê girtiye û bi piranî kovareke wêneromanî ya zarokan e. Di GOGê de ligel wêneromanên biyanî, wêneroman û nivîsên hunermendên Kurd jî hene. Jixwe di beÅŸa naverokê de hûrguliyên dorfireh hene. 

Me jî xwest em ji bo xwendin û nivîsandina zarokên xwe yên ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin tiştekî bikin û lewma me da ser vê rêyê. Em baş dizanin ku zarok hîn bêtir ji weşanên biwêne hez dikin û van weşanan bi rihetî û xweşî dixwînin. Nexasim jî em bawer dikin ku wê ji ber vegotina rewan a wêneromanê bi dilxweşî kovara me bixwînin.

Hûn niha tenê dikarin bi hawayekî dîjîtal GOGê bixwînin. Helbet em baş dizanin piraniya gelê me ji derfetên danûstandina bi hawayekî onlayn bêpar e. Lê armanca me, dost û nas vê kovarê bistînin û em jî bi vê piştgiriya wan karibin dest bi weşana xwe ya çapkirî bikin û kovara xwe bigihînin hemû zarokên xwe.

https://www.gog-weneroman.com/?lang=ku

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *