Girîngîya Helwesta PDK-Î

Îsal li her çar perçê Kurdistanê di warê çarenûsa gelê Kurd de bûyerên girîng rû dan.

Ji van rûdanan ya herî girîng yek jê jî li hember mêtinkarîya Îran ya nîjadperest û êrîşkar, ji alî PDK-Î ve destpêkirina şerê pêşmerge ye!

PDK-Î, partîyek aştîxwaz e û hertim rêbazên demokratîk wek polîtîkayek sereke hilbijartî ye. Lê rejîma Îran ya êrîşkar, li hember hemû dijbereya xwe û bi taybet li hember vê partîyê şîddet û kuştin kirîye armanca xwe ya sereke.

Bi egera ku rejîma Îran wê ji Kurdistana Rojhilat re otonomîyê nas bike, 13 Hezîran 1989 li Vîyana bi Dr. Abdulrahman Qasimlo û du hevalên wî re civînek amade kir: ekîba ji çar kujerên terorrîst yên dewleta Îran pêk dihat, Mahmud Ahmedînecad`ê ku dûvre bû serokkomarê Îran serokê wan bû, Dr. Qasimlo û du hevalên wî dan ber gulleha!

Di 17 Îlon 1992 de rejîma îran ya paşverû û hov, li Berlîn`ê dîsa sekretêrê PDK-Î Dr. Sadiq Şerfkendî û sê hevalên wî yê bi rêbazên demokratîk tekoşîna xwe dimeşandin û ji dewleta Îran doza mafê otonomîyê(xweserîyê) dikirin, bi sûîkastek terorîstî ya dewleta Îran hatin kuştin!

Gava partî yan rêxistinek van kiryara bike, hemîyê dunyayê ji wan re dibê, “terorîst”; lê dewletek wek dewleta Îran bi hêz vê kiryara terorîstî kir, kesî jê re negot; “TERORÎST!” û dewletên ku van kiryarên dewleta Îranê yên terorîzmê, ji bo berjewendîyên xwe ji bîr kirin; him çavê xwe ji rizgarbûna kujerên terorîst re girtin û him jî bi xurtî, doza radestkirina wan kujeran ji dewleta Îran nekirin!

Dewleta Îran, bi rêbertîya Kurdên xwefiroş, li Başûrê Kurdistan jî bi dehên cara sûîqastên terorîstî li hember endam û rêvebirên partîyên Rojhilatê Kurdistanê kirine û gelek kadirên hêja jîyana xwe jî ji dest daye! Heta îro vêya jî ji wan re serifîye!..

Îro dewleta Îran, li hemî dunyayê wek dewletek îşkence û îdamê tê naskirin. Di vê serdema pêşketî de dewleta Îran, li hember gelên di bin nîrê xwe de azînên serdema navîn bi kartîne û bi taybet li hember gelê Kurd zordarîyek dijwar dike.

Gelê Kurd, li welatê xwe wek hêsîr dijî; di warê aborî de di rewşek gellek dijwar de ne. Kî doza mafekî bike an endamê rêxistinekê be, digirin îşêkence dikin û her roj ciwanên Kurd darve dikin! Heta bi serokkomarê Îran  jî çavdêrîya vî karê hovane  dike.

Dewleta Îran, ne tenê mafekî ji Kurdên bindestê xwe re nas nake; li Kurdistana Başûr û Rojava jî li dijî destketina mafê gelê Kurd daxwîyanîya dide û gefan li hêzên Kurd dixun. Piştî destpêka şerê çekdarî, Sererkanê dewleta Îran, gefa bombebarana Başûrê Kurdistan jî xwar!

Dewleta Îran, li dijî referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistan, vekirî helwest datîne û dibê; “em qebûl nakin Iraq perçe bibe!” Loma hinek partîyê “Kurd” û li hember Hukumeta Herêma Kurdistan û Serokê wê Mesûd Berzanî dixe tevgerê.

Hinek partîyên ku xwe wek partîyên Kurd (PKK/YNK/Goran) rê didin, bi têkilîya ajan, leşker û dîplomatên Îranê, li dijî referandûm û serxwebûna Kurdistanê û Serok Mesûd berzanî û PDK-I û PDK-Î helwestên ne Kurdistanî rê didin.

Ji dêbla wek partîyên “Kurd”, destê biratîyê û hevkarîyê dirêjî pêşmergên PDK-Î û hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê bikin, berevacî êrîşî wan dikin pêşmerge û endamên wan dikujin û didin kuştin!

YNK/Goran dibê bila PDK-Î kampên sînor vala bike û ji vira biçin! Li hember hêzên Rojhilat, hinek ji wan sîxurîyê ji dewleta Îran re dikin.

Serokkomarê Tirk R. T. Erdogan, ji ber polîtîka û berjewendîyên xwe yên kesane û partîya xwe, him bi dewleta Îsraîl û him jî bi dewleta Rûsya re pêwendîyên xwe xera kir, lê ji bo berjewendîyên welat û dewleta xwe, hemû gotinên xwe daqurtand û ji nuh de bi van dewletan re têkilîyên xwe geş kir. Heger Kurd nikarin vêya bikin, mixabin, ji ber ku ne xwedîyê dewlet û otorîteyek hevpar in!

PDK-Î, gerek ya dawî li hebûna xwe baniya, yan jî xwedî li gelê xwe derketa! Ew pêwîstî çareserîyekê ye ku gelê Rojhilatê Kurdistanê ji îşkencexane û zîndana paşverûyê hovê rejîma Îran biparêze û rizgar bike! Berdêla vê tekoşînê çi dibe bila bibe, divê bide ber çavê xwe!

Tekoşîna PDK-Î, di demek herî guncaw de ye û mafedar e! Li hemû gel û hêzên Kurd yên her çar perçê Kurdistanê dikeve ku hevkarî, piştgirî û alîkarîya tekoşîn û xebata PDK-Î û pêşmergeyên wê yê qahreman bike! Kî ji tekoşîna wan re bibe asteng, bi rizgarîya gelê Kurd û doza wî ya mafdar re xîyanetê dike.

Kurdistan welatek e bi çar perça hatîye perçekirin û parvekirin; gelê Kurd neteweyek ku ji hev hatîye veqetandin! Heta her perçê Kurdistanê xwe rizgar neke û wek dewlet xwe bi rêxistin neke, civata Kurd û welatê wî Kurdistan jî nabe yek û wê roj bi roj wenda û tune bibe!

Kîjan perçê Kurdistanê, bi xurtî û serfirazî doza rizgarîya xwe nemeşîne û hevkarîya birayên xwe yên li perçên din neke, ew dewletên mêtinkar ku ked, xwîn û dewlemendîya wî perçî dimije û talan dike, wê nehêle perçên din jî rizgar bibe!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *