GİRÎNGİYA CİWANAN

Pêşeroja welatekî bi rewş û helwesta ciwanên wi welatî ve girêdayîye. Neteweyên ku xwedî dewlet in, ji bo fêde û armancên xwe yên piralî, bi sazî û dezgehên bi plan û bername, di hundir dîsîplînekê de ciwanên xwe perwerde dikin. Lê neteweyek mîna Kurdîstan, jibo kolonî ye, ne xwediyê desthelatî, sazî û avahîyên leşkerî, perwerdeyî, dadî û hwd. ye, loma ciwanên kurd ne xwedîyê pêşeroja xwe û welatê xwe nin jî.

Ji bo ciwanên kurd, bi rastî bibin xwedîyê pêşeroja xwe û ya gelê xwe, divê kanibin li welatê xwe, li çand û zimanê xwe bibe xwedî, yanî pêşî kanibe welatê xwe ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bike û bi gelê xwe re azad bibe.

Gehîştina vê armancê bi yek rê û pergalî gengaz e: Ew jî xwe bi rêxistinkirin e. Piştre jî li gorî helwesta neyar, rewşa cîhanê û mercên gelê kurd, amadekirina bername, destûr û parastina stratejîyek mafedar û realîst e. Di eslê xwe de ev perspektîfana, bi gelek alî henin.

Weke tê zanîn heta niha gelek rêxistin ava bûn û felişîn û hîna hinek jî li pîya hebûna xwe didomînin. Gava ku em li armanc û perspektîfên van rêxistinan binêrin, meriv dikane her reng û daxwazê di wan de bibîne. Lê jibo ku her yekê armancê xwe pêk neanîn û rola xwe nelîstin, hatin dereka qedandinê. Êdî bawerîya gel û ciwanan jî bi xwe nehîştin.

Her tevgera civakî ku giranî û piranîya wê ne li ser milê xorta be, şensa serfirazî û serketina wê nîn e. Gava ku tevgerek civakî ji alî kadirên ciwan di hundir demajoya ciwanî û tezebûnîya xwe de bi ser nekeve û di hundir têkveçûnan de kevn û pîr bibe, pêwîste ku ew tevger bi ciwankirina xwe re xwe nûjen bike. Me xwest bi avakirina PYSK re em bibin xwedîyê vê pêngavê, lê kesê westiyayî û enerjîya xwe ya tekoşînê wenda kiribûn ji geşbûn û berdewamîya wê re bûn asteng, bi qulp û zexelî û derewan ew dan belav kirin.

Weke ku tê zanîn, di pêşkêşîya PKK de 15 salan şerê çekdarî hat meşandin. Çi berî şer, çi jî di demajoya şer de, PKK rêxistin û partîyên kurd yên dervî xwe, bi zanîn û sîstematîk xwest biqedîne û ji holê rake, loma xayinrêdan, teorîyê komplo û kuştina welatperweran ji xwe re kir armanc.

Bi armancên xerab û polîtîkayên şaş, bûn egera şewitandina 3-4 hezar gund, çêbûna bi 10 hezaran parêzgerên gundan, bi milyonan koçber û penaberkirin û bi 10 hezaran dîl ku di zîndanan de. Û bi 10 hezaran jî şehîdên ji xort û qîzên kurd yên bijarte. Bi polîtîkayên xapandinê û derewan, bawerîya gel jî şikandin. Bi teslîmbûna Apo û pejirandina Konseya Rêvebiriya PKK ya vê radestîyê re, bêyî ku tu heq û peyman bê pejirandin, bihêzbûn û serwerîya dewleta mêtinkar hat pejirandin. Li hemberî vêna, gelê kurd yê ji şer, îşkence, kuştin û birçîbûnê westîyabû jî bêtir hat bêhêvî kirin. Ev rewşa li hesabê gelek rêxistin partî û şexsiyetên kurd jî hat; êdî em dibînin ku bi “mêrxasîya”(!) hedefgirtin û rexnekirina PKK, polîtîkayên xwe yên reformîst, antî sosyalîst, berbehevçûna bi neyar re bi dengê bilind bêşerm û mîna tîmsalek rastîyê bi hêsanî tînin ziman.

Parastina partîyek legal ya ji bo mafinî kultirî bi destxe, parastina otonomî û federasyonê, înkarkirina partîyên îlegal û redkirina şerê çekdarî, çareserîyek di hundir sînorên dewleta mêtinkar de, ji bo van dorhêla bûne armancên bingehîn û dixwazin herkesî jî bi vêna bawerkirin bidin. Çi mixabin di vê demajoya radestîyê de ev polîtîkayên oportunîst û rojane li hesabê gelekan tê.

Di rewşên welê de berpirsiyarîya ciwanan dertê pêş: ciwan ne tenê îro, bi bîr û bawerî, armanc û berjewendîyên xwe berpirsiyarên pêşerojê jî ne: loma gava ku di civak an netewakê de têkçûn, bêhêvîtî û bêrêxistinî dest pê bike, divê ciwan xwe birêxistin bikin, agirê tekoşînê gûr bikin û hêvîya gel xurt bikin.

Di demajoya îro de pêwîstîya gelê kurd, bi moralê têkoşînek li temamê mafê xwe yê neteweyî, çandî û demokratîk xwedî derketin heye. Divê bêderengî ciwan însîyatîfê deynin; komîta avabikin; civîn û konferansan çêbikin, bi lêkolîn, gengeşî, rexne û analîzan ji nû de armancan xwanê bikin; rêxistinan avabikin; dest bi tekoşînê bikin. An bê nasname û bê kesayetî ew jî dê bi netawa xwe re wenda bibin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *