Îbrahîm GUÇLU
 Di destpêka sedsala (qirna) 20-an û piştî Şerê Cîhanî yê 1-emîn Împeratoriya Osmanî têk çû û encama Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe û ket bin bandor û metîngehkariya 4 dewletan (Dewleta Tirk, Faris. Iraq û Sûriyeyê). Di Dewleta Tirk de  neteweya kurd tune hat qebûl kirin û mafên neteweyî yên neteweya kurd bi awayekî faşîst û nîjadperest hatin xesip kirin û qedexe kirin. Bakurê Kurdistanê hat îşgal û îlxak kirin. Li Kurdistanê sîstema kolonyalîst bi awayekî gelek barbar û ji kolonyalîzma klasîk paşvemayî hat damezrandin. Kurdistan ji statuya siyasî bêpar ma.
 Şik tune ye ku neteweya kurd û berpirsên kurdan û kurdperweran, ji destpêkê ve li dijî siyaseta Dewleta Tirk ya nîjadperest û kolonyalîst derketin. Xwestin ku ji nîr û bandora kolonyalîzma Tirkan rizgar bibin û li Kurdistanê dawiya îşgal û îlxakê bînin. Wek her neteweyekî bibin xwediyê mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî, aborî, dîrokî. Bibin xwediyê statuyeke xweser û xwastin ku dewleta xwe ava bikin..
 Mixabin Dema ku kurdperwer û welatperwerên Kurd, ji hebûna kurdan qal kirin, ji Kurdbûnê û Kurdistanê qal kirin,  mafên xwe yên neteweyî daxwaz kirin û xwestin ku qezenç bikin, dewleta serbixwe û federalî parastin wek cûdaxwaz (bölücü) hatin bi nav kirin, hatin hepis û ciza kirin, hatin kuştin. Li Kürdistanê qetlîam (komkujî) qewimîn. Ji bona Kurdistan û neteweya kurd bên tune kirin stratejîyeke nîjadperest ya gelek barbar hat neşandin.
 Di Dewleta Tirk de 100 sal e ku ev siyaseta tê dimeşîne. Di nav pêvajoya nîjadperestî de, bi mejîşûştin û perwerdeya Kemalîst ya nîjadperest di nav kurdan de jî ev sistema xwe ya şaş û nîjadperest di mentalîteyakurdan de cîbicî kir. Loma jî kurdan him girêdayî vê mentalîteyê û him jî encama tirsa hepisbûn û kûştinê ji bona xwe dewlet nexwestin, wek netew ji navê xwe û ji welatê xwe qal nekirin.
 Ev helwesta hat wê merheleyê ku Dewletê bi proje û aparata xwe PKKê, ji bona neteweya kurd dewlet xwestin wek helwesteke kevneperst terîf kirin, tewan qebûl kirin, di nav beşek kurd de bi cî kir. Nasyonalîzma kurd re dijminitî di nav kurdan de wek hişmendiyekê bi cî kir.
 Gelek kurdên ku azad jî difikirîn û ji derveyî mentelîteya PKKê tevdigerin jî, bi bandora îdeolojîk û siyasî bi awayekî vekirî nikare ku dewleta Kurdistanê biparêzin.
 Di ev qonaxa dawî de jî dîsa Dewleta Tirk, partiyên wê yên siyasî, hemû berpirsiyar dezgehên dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi xurtî ji cûdaxwaziya kurdan û kurdperweran tîne ser zimên. Erîşeke nîjadpetres wek pêlekê pêş dixe.
 Lê divê bê zanîn ku Kurd û kurdperwer ne cûdaxwaz in.
 Gelo Kurd û Kurdperwer çima ne cûdaxwazin (bölücü) ne?
 1-Neteweya kurd, neteweyeke dîrokî ye. Xwediyê 5000 hezar sal e. Dîroka xwe de gelek dewlet ava kiriye. Loma jî, ji hebûna kurdan qal kirin, helwesteke gelek xwezayî ye. Ev ne cûdaxwazî ye, ji neteweyekî dîrokî qal kirine.
2-Neteweya kurd xwediyê welatekî mezin û dîrokî ye. Welatê kurdan û neteweya Kurd jî Kurdistan e. Kurdistan di bin bandor û hikumraniya Împeratoriya Osmanî û Farisî de welatekî nîv-otonom bû û sînorên Kurdistanê gelek diyar bûn. Di nav ÃŽmperatoriya Osmanî de herêmeke azad û sînor dayir Türkmenîstan tune bû. Loma jî dema kurd û kurdperwer ji welatê xwe qal dikin, ne cûdaxwaz in, ji realîtekê û hebûneke objektîf qal dikin.  Â
 3-Neteweya kurd jî wek neteweyekî xwediyê hêjayiyên neteweyî ye. Xwediyê ziman, dîrok, çandeke dewlemend e. Li Bakurê Kurdistanê hemû mafên neteweyî yên kurdan hatine xesip kirin û qedexe kirin. Dema ku kurd û kurdperwer ji mafên xwe yên neteweyî qal dikin, mafên xwe yên neteweyî daxwaz dikin; ne cûdaxwaz in, xwediyê maf in û helwesteke rewa û xwezayî dimeşînin.
 4-Neteweya kurd jî, wek neteweyekî xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Dewleta xwe ne li ser erdê neteweya Tirk, dê li ser erdê xwe û li welatê xwe Kurdistanê dixwaze ava bike. Ji vê helwestê xwezayîtir helwest nabe.
 Loma jî dema ku kurd û kurperwer ji bona ku dewleta xwe ava bikin têkoşîn û xebat bimeşînin, dewletnbûna xwe bînin ser zimên cûdaxwaz nabin.
 5-Dema kurd û kurdperwer ji sîstema federal qal dikin û diparêzin, dibêjine ku li Tirkjiyeyê du welat, welatê Tirkan û welatê Kurdan Kurdistan heye; du netew hene, ew jî neteweya Tirk û neteweya Kurd e. Divê ev sîstema heyî ya ne bi edalet, kolonyalîst bê guhertin.  Dewleta heyî jî bes Dewleta neteweya Tirk e. Loma jî divê dewlet bibe dewleta Neteweya Tirk û Kurd ya federal. Di dewleta federal de jî Kurd li welatê xwe dibin xwediye desthilatdarî û serwer. Mafên xwe yên neteweyî, civakî, aborî qezenç bike û ji bona wan pêş bixwe divê bibe xwediyê derfetekê.
 Ji bona vê jî kurd û kurdpewer nabin cûdaxwaz.
 Diyarbekîr, 19. 03. 2024