Gelo ji aliyê PYDê ve bi wêneyê Ocalan û bi sembolên PKKê li dijî Serokê Kurdistanê û KDPê xwepêşandin tê çi wateyê?

Îbrahîm GUÇLU 

PYD li hemberî gelê me yê Rojava Kurdistanê, wek wekîlê Rejîma Baasê, ji rejîmê xirabtir zordarî û perçiqandina mafên însanî û neteweyî didomîne. Bi Rejîma Baasê ve li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyeke xirab ava kiriye.  Îzin nade ku li Rojavayê Kurdistanê  partiyên Kurdistanê kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşîne. Kurdperweran digre û hepis dike û êşkence dike û dikûje. Ev ji bona kurdan û Rojavayê Kurdistanê wek pirsgirêkek mezin di rojevê de ye.

Wek tê zanîn PYDê di hemandem de li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Barzanîyan zimandirêjî  û dijminî dike. Her demê jî ji wan re hat gotin ku mafekî we tune ye ku hûn ji Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê û Serokê Kurdistanê û Barzanîyan re dijminatî bikin. Ev yeka li zirara we ye. Hûn bi vê helwesta xwe di heman dem de dê zirarê bidin Rojavayê Kurdistanê.

Lê PYD dev ji helwesta xwe berneda. Ew helwesta xwe dijwartir kir. PYD, di van rojên dawî de li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê û Serokê Kurdistanê xwepêşandin li darxistin. Di wan xwepêşandanan de şiyarên gelek xirab pêşkêş kirin. PDKê û Serokê Kurdistanê û Barzanîyan tehdît kirin û li wan heqeret kirin û bêedebî kirin. Ala Kurdistanê û wêneyê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û sembolên PDKê şewitandin.

Girîngtirîn mijara din jî ew e ku PYD gelek aşkere bi wêneyê Ocalan û bi sembolên PKKê xwepêşandan li darxistin.

Gelo ew xwepêşandan têne çi wateyê? Ez dixwazin li ser vê yekê carek din rawestim û pirsê bersîv bidim. Lewra di derbarê vê mijarê de min di Radyoya Rêbaza Newsê de  û di telewîzyona ARKê de anîbû ser zimên.

 

1-Ev xwepêşandanên PYD careke din derxist holê ku helwesta PYDê li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê û Barzanîyan bi helwesta PKKê ve heman helwest e. Ev yeka ji aliyê hemû kurdan de baş tê zanîn. 

Gelek aşkere ye ku PKKê dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake. PYDê jî vê yekê dixwaze. Loma jî ev helwesta îradeya gelê me li Rojavayê Kurdistanê temsîl nake. Ev helwesta, helwesteke biyanî ye. Serkanîya vê helwestê, çawa ku di PKKê de şiûra dewletên kolonyalîst heye, PKKê projeya Dewleta Kolonyalîst ya Tirk e. Ji bona berjewendiya hemû dewletên kolonyalîst li dijî mafên kurdan taşeronî dike. PYDê jî heman helwestê dimeşîne. Ev helwesta çewa dibe helwestek kurdî û Kurdistanî.  

2-Di xwepêşandanan de wêneye Ocalan bilind kirin û sembolên PKKê bi karanîn, gelek aşkere derdixwe holê ku ferqa PKKê û PYDê tune ye. Tê wê wateyê ku PYD, rêxistina PKKê ye. Em hemû kurd jî vê yekê dizanin. Lê PYD ji Emerîka û hevpeymanên Emerîkayê re diyar dike ku ew ne PKKê ne. Lewra tê zanîn ku PKKê ji aliyê Emerîka ve jî wek rêxistineke terorîst tê nas kirin. Dema ku Emerîka bipejirîne ku PYD rêxistina PKKê ye, wê demê mecbûr e ku pêwendiyê xwe qût bike. Ji aliyê din ve jî Emerîka bi Dewleta Tirk re tîfaqkar e. Emerîka, wê demê xwe nikare li hemberî NATOyê û Dewleta Tirk biparêze. Her çiqas Emerîka jî dizane ku PYDê rêxistina PKKê ye, lê ji bona berjewendîya xwe vedişêre. Lê dema ku PYDê bi wêneyê Ocalan û bi sembolên PKKê xwepêşandanan bike, Emerîka dê rastîyê çewa veşerîne?

Berpirsê PKKê Cemîl Bayik jî gelek aşkere diyar kiribû ku PYD rêxistina PKKê ye. Kes jî nikare pêşîya vê yekê bigre. Ev helwesta li hemberî Emerîka şer îlan kirin bû. Lê Emerîkayê ji bona berjewendîyên xwe deng dernexist.Di telewîyonan de jî ev mijara hatibû şirove kirin.

Lê Emerîka piştî ev daxuyanîyan di pêwendîyan de giranî da Hêze Demokratîk ya Sûriyeyê. Bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re pêwendîyên xwe xûrttir kir. Li hemberî karên PKKê yên li Dewleta Federe ya Kurdistanê helwesta vekirî nîşan da.

3-Tê zanîn ku PYD di demên berê de jî gelek aşkere bi wenêyên Ocalan û sembolên PKKê, di xwepêşandanên  li hemberî Dewleta Tir bi kar anîn. Ev ji bona Dewleta Tirk li hemberî Emerîkayê bû argumanteke/belgeyeke gelek girîng. Emerîka li hemberî Dewleta Tirk ket nav tengasîyekê. Li Emerîkayê jî gelek dezgehan, Emerîkanî, di mijara PYDê de desthilatdariya xwe rexne kirin.

 

4-Helwesta PYD provokasyoneke mezin e. Ji dewleta Tirk re dibêje ku “ez rêxistina PKKê me. Ez rêxistineke Rojavayê Kurdistanê nîn im. Ez ji bona ku rêxistina PKKê me, ez dijminê we me.  Ez jî li dijî we şer dikim. Fermo kerem bikin hûn jî çi dikin, em amade ne”    

Ev helwesta PYDê, di dema bihûrî de bû sedem ku Efrîn, Serêkanîyê, Grê Spî û gelek deverên din yên kurdan ji aliyê Dewleta Tirk ve bên îşgal kirin.

Dewleta Tirk hîn ji dev ji helwesta tevaya îşgalkirina Rojavayê Kurdistanê bernedaye. PYDê ji Dewleta Tirk re dibêje ku were li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê destwerdanê bike û Rojavayê Kurdistanê îşgal bike.

Heta kengî xirabîya PKKPYDê dê bi vî awayî dom bike. Ew kurdên di nav PYDê de ne û kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, divê biçek şiûra xwe ya kurdî derxin pêş. Li dijî siyaseta PYDê derkevin.

5-Ew helwesta PYD li hemberî Rojavayê Kurdistanê û gelê kurd provokasyoneke mezin e jî. PKK/PYD bi vê helwesta xwe, dixwaze ku di nav kurdên Rojavayê Kurdistanê de û hemû kurdan de şer derkeve. Lewra helwesta PYDê ya dijminîtî,  li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serokê Kurdistanê û PDK û Barzanîyan, hemandem li hemberî hemû kurdan e.

Hemû kurdên her çar beşên Kurdistanê, Kurdistanî, hemû kurdên dinyayê Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona xwe wek hêlîn û mala xwe dibînin. Baş dizanin ku di parastin û li ser pêya sekinandina Dewleta Federe ya Kurdistanê de rola Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, PDK, Barzanîyan  gelek mezin e. Zirara bê wan, zirarê dide hemû kurdan.

6-PKK/PYDê, bi nûçeyên derew û manîpulasyonan dixwaze ku di nav kurdan de şer derkeve. Lewra di van rojên dawî de derweke mezin kir û got ku pêşmergeyan 7 PPKêyî kûştine. PDK gelek vekirî ev derew derxist. Lê PKKê, ji bona di nav kurdan de şer derkeve, provokasyonên xwe didomîne. Bi taybetî jî şaxsîyeta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di xwepêşandanan de armanc kirin, gelek xeter e. Ew tevgera ji bona ku di nav kurdan de şer derkeve tê meşandin.

Diyarbekîr, 10. 09. 2010

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *