Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Emîr Kerîmî diyar kir ku ew dê ne çekan deynin ne jî xwe fesix bikin.
PJAK ku wekî partiyeke nêzîkî PKKyê tê dîtin û sahaya xebata wê li Rojhilatê Kurdistanê ye ragihand ku biryara PKKyê ya xwefesihkirina bi wan ve ne girêdayî ye û ew dê çekên xwe daneynin.
Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî ji kanala Aryen TVyê re axivî û behsa pêşhatên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.
Emîr Kerîmî dibêje, “Ew qonaxa ku Rêber Apo dest pê kiriye, em ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan li tevahiya Rojhilata Navîn girîng û erênî dibînin.
Ew tiştê ku Rêber Apo dixwaze bike ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û avakirina civakeke demokratîk e li hemû Rojhilata Navîn.
Rêber Apo bingeha teorîk a avakirina demokrasiyê danîbû niha hewl hene û gavên pratîk tên avêtin.
Pêwîst e ew gav bên bên bipêşxistin. Kurdan ji ber dagirkerî û zilmê wekî xweparastina rewa çek wergirt.
Gelek encamên wî şerî hebûn û êdî înkara gelê Kurd bi dawî bû û ti kes nikare wê qonaxê bi paş de vegerîne.
Êdî dema wê hatiye ku gelê Kurd di qada siyasetê de bêhtir rolê bistîne.”
PJAK sala 2004an hatiye damezirandin û heman îdeolojî û sîstema birêvebirinê ya PKKyê dişopîne û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî wekî rêberê xwe dibîne.
“Em ne çekan datînin û ne jî xwe fesix dikin”
Emîr Kerîmî amaje bi danezana 12emîn Kongreya PKKyê jî kir û wiha got:
“Biryara xwefesixkirinê biryara PKKyê ye wekî partiyekê biryara wan bi xwe ye.
Biryara PJAKê di vî warî de cuda ye û biryara PKKyê me li xwe nagire.
Em wekî PJAKê ne çekan datînin û ne jî xwe fesix dikin, em vê yekê bi eşkereyî dibêjin.
Me di sala 2017an de helwesta xwe zelal kir, ev di beyannameya me jî de heye.
Em dixwazin Pirsgirêka Kurdan ji bingeha ewlehî û tundûtijiyê derkeve were nav meydana siyasetê.
Em naxwazin mixatabên me berpirsên ewlehiyê bin. Dema em behsa mafên Kurdan bidin û çekdar li hemberî me bisekinin em jî neçarin çekan xwe hilgirin.
Ew çeka ku di destê me de ye, çeka xweparastinê ye ne ya şer e. Xebata PJAKê û bingeha stratejîk a xebata çekdarî ya PJAKê ne xebata çekdarî ya klasîk e û ji bo xweparastina rewa ye.”
“Em ne ji bo armancên siyasî şer dikin”
Hevserokê PJAKê amaje bi armacên PJAKê jî kir û wiha domand:
“Em ne ji bo armancên siyasî şer dikin. Bernameya me jî nîne em êriş bikin û ji sala 2011an ve me agirbest ragihandiye û me gotiye, heger êriş li ser me nebe em çalakiyan nakin.
Armanca me ew e ku civakê birêxistin bikin, ew civak bibe xwedî îrade û ew civak xwe birêve bibe.
Em di wê baweriyê de ne dê bi wî awayî bigihên azadiyê û gelên din jî dê wisa azad bibin.
Binemaya siyaseta me jiyana hevbeş e li gel gelan li gel gelên Îranê di çarçoveya Îraneke demokratîk de û nasnameya Îrana demokratîk gelekî bi ciwanî hatiye pênasekirin.
Em şirîkên wê bernameyê ne û xwediyê wê bernameyê ne. Em ji bo wê bernameyê dixebitin.
Di vî warî de fikrên Rêber Apo girîng in û em jî di wî warî de dixebitin.“ (Rûdaw)