Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqî ragihandin ku gelek siyasetmedarên Iraqî ji çavkaniyên navneteweyî peyamên tehdîdê wergirtine.

Di peyamên kurt de tên hişyarkirin ku eger Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Iraqê bibin armanca êrîşê, bersiva wê yekê dê tund û bibiryar be.

Pisporê ewlehî û stratejiyê Seyf Reid ji ajansa Şefeq Newsş re diyar kir ku ji roja Şemiyê ve, hin siyasetmedar peyamên nivîskî wergirtine ku hişyariyê didine wan derbarê encamên êrîşeke mihtemel a li ser Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî. Reid got:

“Ev peyam milîsên ÃŽranê hiÅŸyar dikin ku êrîşeke li ser hêzên hevpeyman dê bersiveke bilez û bihêz bi xwe re bîne.”

Di peyameke din de jî tê gotin: “Milîsên ÃŽranê metirsiyê li ser Iraqiyan çêdikin. Nebin amûrên ÃŽranê.” Reid anî ziman ku ev peyam bi deng jî hatine, ku heman hiÅŸyariyan radigihînin û nîşan didin ku êrîşeke sîber a hemaheng bi operasyonên ewlehiyê li Kerkûk, Beycî, Dûk û Silêmaniyê re têkildar e.

Di dawiyê de, Reid destnîşan kir ku Iraq di rewşeke ewlehî û leşkerî ya hesas û xeternak de ye. Pêşketinên dawî dibe ku welat ber bi pevçûneke tevlihevtir ve bibin, û ji bo dûrketina ji pevçûneke berfireh, hişyariyeke mezin pêwîst e. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *